'Heta qedexe neyê rakirin em ê cenazeyan defin nekin'
Malbatên ku cenazeyên wan li Morga Nexweşxaneya Şirnexê ne, li hemberî ferzkirina "cenazeyan defin bikin, ger hûn nekin em ê defin bikin" nerazîbûn nîşan dan.
Malbatên ku cenazeyên wan li Morga Nexweşxaneya Şirnexê ne, li hemberî ferzkirina "cenazeyan defin bikin, ger hûn nekin em ê defin bikin" nerazîbûn nîşan dan.
Malbatên ku cenazeyên wan li Morga Nexweşxaneya Şirnexê ne, li hemberî ferzkirina "cenazeyan defin bikin, ger hûn nekin em ê defin bikin" nerazîbûn nîşan dan û gotin: "Em ê li gorî kevneşopiyên xwe, di rewşeke ku qedexe û êrîş tine ye de, bi şev re veşêrin."
Di çarçoveya êrîşên qirkirinê de li navenda Şirnexê û navçeyên Sîlopiya û Cizîrê cenazeyên bi dehan welatiyên ku hatin qetilkirin li morgên nexweşxaneyan, mal û mizgeftan de tên rawestandin. Ji ber êrîşên dewletê cenaze nikarin bên definkirin, li ser nerazîbûnên raya giştî ya li hemberî vê pêkanînê hikûmeta AKP'ê kete nava tevgerê û di rêvebernameya Saziya Tiba Edlî de guhertin çêkir û bi vî rengî pêvajoya revandina cenazeyan da destpêkirin. Ji Şaredariya Şirnexê re nivîsek hate şandin û hate xwestin cenaze bên definkirin. Apê Fatma Ûyar, Aydin Ûyar û kurapê Sêvê Demîr, Mehmet Şakîr Demîr ên li Silopiyayê hatin qetilkirin li dijî pêkanîn û zextAên li hemberî cenazeyan bi gotina "Ti kes nikare bi me serî bide tewandin, em ê cenazeyên xwe bi awayeke guncaw defin bikin" nerazîbûn nîşan dan.
'EM Ê LI DIJÎ ZEXTAN SERÊ XWE NETEWÎNIN'
Aydin Ûyar diyar kir ku heta cenazeyên li erdê neyên rakirin, cenazeyên li morgan bi awayekî guncaw li cihên dayîk bûne, li diyarê wan bi bi daxwaza malbatê neyên definkirin ew ê jî cenazeyan negirin û got: "Divê demildest qedexe û êrîş bi dawî bibin. Heta ku qedexe û êrîş bi dawî nebin em ê cenazeyên xwe defin nekin." Ûyar anî ziman ku di şertên heyî de bi çi awayî zextê dikin bila bikin wê cenazeyan ranekin.
Pismamê Sêvê Demîr, Mehmet Şakîr Demîr jî diyar kir ku ew ji ber êrîşan nikarin cenazeyên xwe defin bikin tehdîd û şantajên dewletê jî wê wan bêzar neke. Demîr wiha axivî: "Em di têkoşîn û doza xwe de bi biryar in, heta ku ev dorpêç ranebe, cenazeyên din hemû neyên definkirin em ê cenazeyên xwe defin nekin. Em dixwazin cenazeyên xwe li cihê ku em dixwazin defin bikin. Heta ev daxwaza me pêk neyê em ê ti caran paş ve gav neavêjin."
Demîr anî ziman ku hemû malbat wê bên cem hev û biryarekî bidin û ev tişt anî ziman: "Di vê mijarê de helwesta me zelal e. Cenazeyên me dê di rewşeke ku qedeye û êrîş tuneye li gorî kevneşopiyên xwe bên definkirin. Daxwaza me daxwazeke mirovî û olî ye. Daxwazeke taybet nîne. Bawerî û çandeke me heye, em ê li gorî çand û baweriya xwe cenazeyên xwe defin bikin."
Demîr destnîşan kir ku revandina cenazeyan êşkiyatî ye û heta zext ranebe, fezkirina definkirina cenazeyan hewldaneke vala ye û ji vê jî tu encam wê dernekeve. Demîr dubare kir û got ku ew ê li dijî zextan serê xwe netewînin. Demîr diyar kir ku ew di têkoşîna xwe de mafdar in û dê teqez bi ser kevin.