BI DÎMEN

'Heta ku komkujî neyê aşkerekirin, em ê Fransayê weke kujer bibînin'

Malbatên Cansiz, Dogan û Şaylemez diyar kirin, ku di ser komkujiyê re sê sal jî derbas bûne lê hînê di dozê de ti gav nehatiye avêtin û gotin, "Heta ku komkujî neyê aşkerekirin em ê Fransayê weke kujer bibînin."

Malbatên ji damezrînerên PKK'ê Cansiz, Nûnera KNK'ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez diyar kirin, ku di ser komkujiyê re sê sal jî derbas bûne lê hînê di dozê de ti gav nehatiye avêtin û gotin, "Heta ku komkujî neyê aşkerekirin em ê Fransayê weke kujer bibînin."

Tevî ku di ser komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê 3 sal derbas bûne jî, lêpirsîn hînê dewam dike. Malbat dixwazin doz tavilê were ronîkirin û kiryar bên aşkerekirin. Kekê Cansiz Metîn Cansiz, bavê Şaylemez Cûmali Şaylemez û bavê Dogan Hasan Dogan ji ANF'ê re axivîn.

Kekê Sakîne Cansiz Metîn Cansiz da xuyakirin, ku her çend di ser komkujiyê re 3 sal derbas bûne jî hînê encameke şênber bi dest neketiye û got, "Ev 3 sal in doz didome. Tê gotin ku wê îsal doz were vekirin. Weke malbatan, di vê mijarê de bendewariya me ji dadgeriya Fransayê heye. Lê belê di vê mijarê de bersiveke şênber a ji bo me têrker nehatiye dayîn. Tevî ku di ser qetilkirina sê jinên şoreşger re 3 sal derbas bûne jî, ne kujer hatine dîtin, ne jî doz bi encam bûye. Komkujî îro jî dewam dikin. Her roj li Kurdistanê bi dehan mirov tên kuştin, jin tên kuştin. Hînê duh 3 jin hatin kuştin. Li şûna ku kujerên xwişk û birayên me, zarokên me bibînin, hînê me qetil dikin. Ji wê rojê û vir ve bi dehan jin hatin qetilkirin. Li gorî me di asta destpêkê de berpirsyarî ya Fransayê ye. Heta ku vê ronî neke, wê gumanbar bê dîtin. Heta ku Fransa kujeran aşkere neke, em ê Fransayê weke kujer bibînin."

'JIN TÊN QETILKIRIN'

Cansiz da xuyakirin ku divê li Fransayê lêpirsîneke cidî were meşandin û got, "Pêwîste kujer bên dîtin. Ji xwe em bi kujeran zanin. Beriya 3 salan Sakîne, Leyla û Fîdan haitn kuştin. Beriya çend rojan jî 3 jin hatin kuştin. Di rojên pêş de jî pêkane ku komkujiyên nû rû bidin. Heta ku ev zîhniyeta qetlîamker hebe, Kurd kîngê aştiyê bixwze wê karibin werin kuştin. Jin bi pêşengî, dînamîk û fedekarî pêşengiyê ji têkoşînê re dikin. Lewma jinan dikujin. Bang dikim ku dawî li van komkujiyan were. Malbatên ku zarokên wan hatine qetilkirin dixwazin ev şerê bêwate biqede."

'EGER 9'Ê ÇILEYÊ BIHATA RONÎKIRIN, EV KOMKUJÎ NEDIBÛN'

Bavê Leyla Şaylemez Cûmali Şaylemez jî qetilkirina 3 jinên şoreşger li Silopiyayê, komkujiyên Charlîe Hebdo û Parîsê, ku 132 kesan jiyana xwe ji dest dan bibîr xist. Şaylemez kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got, "Em êşa gelê Fransayê parve dikin. Eger qetilkirina 3 jinên Kurd bihata ronîkirin, ev komkujî nedibûn. Ji bo careke din ev bûyer dubare nebin, divê gelê Fransayê zextê li dewletê bike. Eger ji bo 3 jinên Kurd gel tiştek bikira, ev komkujî rû nedidan."

'HER TIŞT IŞARETÊ BI ENQEREYÊ DIKE'

Şaylemez ragihand ku wan du caran bi dadgerê dozê re hevdîtin kirine û got, "Di salên 2013 û 2014'an de me du caran hevdîtin kirin. Di hevdîtina duyemîn de 14 dosya nîşanî me dan. Gelek dosya bûn. Dadger ji me re ev got: 'Me li Elmanya, Hollanda, Fransa û gelek cihên din lêkolîn kirin. Hemû lêkolîn işaretê bi avahiya MÎT'ê ya li Enqereyê dike. Lê hingî derî li me tên girtin'. Eger hiqûq vê dibêje, hingî tiştek namîne ku mirov bêjin. Lewma min bang li gelê Fransayê kir." Şaylemez bang kir, ku êdî dawî li komkujiyên li Kurdan tê kirin bê anîn.

'SER KOMKUJIYÊ HATINE NIXUMANDIN'

Bavê Fîdan Dogan Hasan Dogan da xuyakirin ku zarokên wan bi pênûs û nêrînên xwe re xizmet ji gel re dikirin, lê tevî vê yekê jî li navenda Fransayê bi xwînxwarî hatine qetilkirin.

Dogan got, "Piştî ku zarokên me hatin qetilkirin li Fransayê 2 komkujiyên din hatin kirin. Fransayê hemû derfetên xwe bi kar anî, rê girt, helîkopter rakir û kujer girt. Lê belê ji bo zarokên me tiştek nekir. Çavên Serokkomar kor bû, destên wî şikest. Mirov mirov e, nabe ku di navbera mirovan de cihêkarî were kirin. Eger îro li Kurdistanê hovîtiyek heye, sedemeke vê jî hêzên emperyalîst in." Dogan destnîşan kir ku 9'ê Çileyê ji bo malbatan roja reş e.

Dogan da zanîn ku her sal di 9'ê Çileyê de Kurd diherikin Parîsê û got, "Ev tiştekî baş e, lê mixabin dadger, dozger û meqamên Fransayê hînê komkujî ronî nekirine. Hînê ser komkujiyê hatiye nixumandin. Di sala 2013'an de rojnamevanekî Fransayê hevpeyvîn bi min re kir. Ji min pirsa 'Li gorî we ev komkujî wê ronî bibe?' kir. Ji min re got, 'Birêz Dogan eger ev jin ne Kurd bûna wê ev komkujî ronî bibûya?' Hingî hat bîra min ku dema mijar Kurd be, jehr ji wan dibare. Bûyerên ku îro diqewimin vê nîşan didin."

Dogan bibîr xist ku niha kesekî ji Elmanyayê hat hevdîtina Omer Guney tê şopandin û got, "Hikûmeta Fransayê li ser vê nesekinîbû. Ey Serokkomar, Serokwezîr, Wezîrê Edaletê, hûn çima kujerên zarokên me dernaxînin pêşberî dadgeriyê? Eger hûn vê nakin tiliya we jî di nav de heye. Ez vê yekê bi taybetî dibêjim."

'GELEKÎ JI 40 MÎLYONAN NABE KU TERORÎST BE'

Bav Dogan, dewleta Tirk şermezark ir û got, "Yên ku ji bo gelê xwe, ji bo welatê xwe şer dikin nabe ku weke terorîst bên dîtin. Gelekî ji 40 mîlyonan nabe ku terorîst be. Te dest daniye ser welat û azadiya gelekî. Kurd şer naxwaze. Aştî û azadiyê dixwaze. Tahîr Elçî ji ber ku got, 'PKK ne rêxistineke terorê ye' hat qetilkirin. Gelo divê em dest û lingên xwe girê bidin û teslîmî dewleta Tirk bibin? Na. Li Kurdistanê berxwedan heye. Em ê li ber xwe bidin. Îro Rojbînek şehîd ket, hezar Rojbîn derketin holê û têdikoşin."

...