Heta daxuyanî li ser jiyana Ocalan bê dayîn, li ber xwe bidin!

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê ji gelên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê re got, "Jiyana Rêber Apo di rewşeke xetere de ye" û bang li her kesî kir, ku heta li ser jiyana Ocalan daxuyaniyek bê dayîn, her cihî veguherînin qada berxwedanê.

Însiyatîfa Gel a Demokraktîk a Kurdistanê da xuyakirin, ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bûyerê girîng diqewimin û got, "Aktorên sereke û armanca 'darbeya' di 15'ê Tîrmehê de hat kirin, bi berfirehî di nava raya giştî de tê nîqaşkirin. Hê zelal nebûye bê afirînerê vê darbeyê Erdogan û çeteya wî ye, yan jî komek di nava artêşê de ye. Lê belê sedema pêwîstiya bi darbeyeke bi vî rengî tê fêmkirin. Hikûmeta Erdogan a ku nikare Tirkiyeyê bi rê ve bibe û di polîtîkaya hundir û derve de xitimiye, xuya ye bi polîtîkayên bi vî rengî yên şerê taybet qirêj dixwaze desthilatdariya xwe biparêze, beriya şûraya leşkerî (YAŞ) nava artêşê li gorî xwe paqij bike û dîzayn bike. Ji bo van armancên xwe, her tiştî yan jî hewldanên bi vî rengî yên darbeyê rewa dibîne. Hewl dide, bi bahaneya 'darbeya' 15'ê Tîrmehê ve rojevên mîna îdam û hwd. bafirîne, parlamentê jî tevlî vê lîstika xwe ya qirêj bike û di serî de Kurd, Elewî û hêzên demokratîk dixwaze hemû hêzên li dijî desthilatdariya wê ye bitirsîne û teslîm bigire."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Divê tevahiya raya giştî ya demokratîk baş bi vê zanibe; armanca bingehîn a têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, tevî hemû hêzên demokratîk û pêşverû demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Tê zanîn, weke gel di dîroka têkoşîna xwe de me her tim helwesteke bi pîvan û hevgirtî li hemberî her şêwe darbeyan nîşan dan. 'Darbeya' 15'ê Tîrmehê ji aliyê kê ve hatibe kirin bila hatibe kirin, ev yek nîşan dide ku sîstema Tirkiyeyê xitimiye û di rêyeke xetere de ye. Pêwîste hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê mil bi mil li dijî van darbekaran têkoşîna demokrasî û azadiyê mezin bikin û rê nedin darbekaran.

XETERÎ LI SER JIYANA RÊBER APO HEYE; EM HER QADÊ VEGUHERÎNIN QADA BERXWEDANÊ

Rêbert Apo di hevdîtinên li Îmraliyê de dabû xuyakirin, ku heta Tirkiye demokratîk nebe, pirsgirêka Kurd li ser bingeha xweseriya demokratîk neyê çareserkirin wê hêza darbeyê bikeve dewrê. Rêber Apo di wê baweriye de ye ku gelên Tirkiyeyî û hêzên demokratîk dikarin bi hev re têkoşîna demokrasiyê bi ser bixînin. Jiyana Rêber Apo niha di xeteriyê de ye. Di serî de gelê me yê li Bakurê Kurdistanê em ji gelê xwe yê li metropolên Tirkiyeyê, her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê re dibêjin, 'Jiyana Rêber Apo di xeteriyê de ye' û bang dikin ku heta daxuyaniyek li ser Rêberê me bê dayîn, her qadê derhal veguherînin qada berxwedanê. Di serî de sosyalîst, demokrat û Elewî hemû hêzên demokrasiyê li bendê ne dewleta AKP'ê li ser jiyana Rêber Apo daxuyaniyê bide. Em bang xwedîderketina li têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyeyê û dijderketina li hewldana darbeyê dikin."