Girtiyên ketin girevê rastî ceza hatin
Girtiyên ji bo tecrida li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û statuya xweseriya demokratîk bê qebûlkirin ketin gireva birçîbûnê rastî 2 meh cezayê dûrxistina mafên civakî hatin.
Girtiyên ji bo tecrida li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û statuya xweseriya demokratîk bê qebûlkirin ketin gireva birçîbûnê rastî 2 meh cezayê dûrxistina mafên civakî hatin.
Girtiyên PKK û PAJK'î yên ji bo tecrida li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û statuya xweseriya demokratîk bê qebûlkirin di 4'ê Adarê de bi dorveger dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin, rastî 2 meh cezayê dûrxistina mafên civakî hatin. Girtiyên Girtigeha E ya Semsûrê Merdan Şahin, Hasan Alper û Selçuk Seril ên ketine girevê diyar kirin ku çalakiya xwe dewrî koma duwemîn dikin. Girtiyan bi rêya malbatan anîn ziman ku ji koma duwemîn Yalçın Çalişkan, Mahmut Yardim û Murat Sevinç çalakiyê dewir digirin û rastî cezayên girtîgehê tên. Girtiyan diyar kirin ku endamê koma yekem Şahin, Alper û Seril 2 meh rastî cezayên qedexeya mafên civakî hatine û mafê wan hatiye binpêkirin. Girtiyan gotin ku heta daxwazên wan bê qebûlkirin wê çalakiya xwe berdewam bikin.