Girtina Yuksek li Wanê hate protestokirin

Hilbijartiyên li Wanê, girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek protesto kirin, destnîşan kirin ku wê girtin û binçavkirin nikaribin siyasetmedarên Kurd bêzar bikin.

Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Wanê li hember girtina Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek nerazîbûn nîşan da û li Parka Kulturê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Nadîr Yildirim, Lezgîn Botan, Adem Geverî, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Hatîce Çoban, Bekîr Kaya û gelek hilbijartî amade bûn. Wekîlê Hevserokê DBP’a Bajêr Metîn Kûtaz diyar kir ku dewlet hewl dide pêşî li siyaseta demokratîk bigire, got: “Hewl tê dayîn ku xebatên HDP û DBP’ê bêne krîmînalîzekirin. Her çalakî û daxuyaniya çapemeniyê wek sûc tê hesibandin. Ji 126 endamê me yên Meclîsa Partiyê, 110 girtî ne. Di salek dawiyê de 3 endamê me yên Meclîsa Partiyê hatin qetilkirin. Daraza Qesrê vê jî bes nedît, herî dawî daxuyaniyên Hevserokê me yê Giştî Kamûran Yuksek kir hincet û ew girtin.”

Kûtaz got heta niha girtina siyasetmedarê Kurd tê encam ava nekiriye, wê ji niha û şûn de jî ava neke û daxwaz kir ku Yuksek demildest bê berdan. Kûtaz wiha axivî: “Divê Yuksek demildest bê berdan û pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin. Berevajî, wê fatoreya vê ya siyasî li AKP’ê bi awayekî giran bê birîn.”

 

...