BI DÎMEN

Gerîlla lê dide, Gerîlla TV diweşîne

Dîmenên çalakiya sûîqestê ku gerîlayên HPG’ê li navçeya Pasûr a Amedê pêk anîbûn, ji aliyê Gerîlla TV hate weşandin.

Dîmenên çalakiya sûîqestê ku gerîlayên HPG’ê 2’yê Tîrmehê li dijî qereqola Milika ya girêdayî navçeya Pasûr a Amedê pêk anîbûn, hate weşandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya beriya niha de diyar kiribû ku di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Lê, Serfermandariya Tirk têkîldarî encamên çalakiyê ti daxuyanî nedabû.

Di dîmenên Gerîlla TV de, bi awayekî zelal tê dîtin ku leşkerek ji aliyê gerîlayan ve tê kuştin.