Gerîlayên li Mexmûrê: Dîrok tê nivîsandin, ev firsenda dawî ye-HAT NÛKIRIN
Gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Mexmûrê, berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kirin û gotin, "Dîrok tê nivîsandin. Ev firsenda dawî ye, hebûn û nebûna Kurdan di vir de tê diyarkirin. Ya em ê azad bijîn, yan jî em ê nejîn."
ANF
ŞENGAL
în, 8 rêbendanê 2016, 09:22
Ji gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Mexmûrê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê têdikoşin û gel diparêzin, Zelal Newal, Şevger Hêvî û Dilgeş Dilbirîn, berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxandin.
Gerîla Şevger Hêvî da xuyakirin ku encamên têkoşîna 40 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevrêyên wî li Bakurê Kurdistanê derdikevin holê û got, "Li hemberî zext û zordariya bi sedan salan tê meşandin, gelê me vîn û hebûna xwe derxistiye pêş. Ji ber vê yekê jî êrîşên gelekî mezin li hemberî gelê me tên kirin. Êş, berdêlên pir mezin tên dayîn. Rêber Apo jî ev yek diyar kiribû û gotibû, 'Ji bo şoreşê wê êş jî bê kişandin, berdêl jî were dayîn.' Gelê me xweseriya xwe îlan kiriye. Êdî çi pêwîst be wê were kirin. Weke hêzên parastina gel, bi gel re çi pêwîst be wê were kirin."
'PÊWÎSTE GELÊ ME LI BENDA ALÎKARIYA KESÎ NEMÎNE, ÇI BÊ KIRIN, WÊ GEL BI XWE BIKE'
Gel berxwedaneke mezin nîşan dide. Şehadet rû didin. Jin, zarok bi giştî qetlîam li hemberî gel tê meşandin. Pêwîste gelê me bi ruhî yekbûyînekê ava bike. Tevahiya cîhanê çavên xwe li rewşê girtiye. Ji ber ku Kurdistan bi dewlemendiya xwe tê naskirin. Lewma dewletê dagirker ji her alî ve êrîş birine ser. Tevî ku jin, extiyar, zarok tên qetilkirin jî, ji ber berjewendiyan ev dewlet bêdeng in. Tiştê em bikin; gelê Kurd wê bi xwe bike. Pêwîste em li benda kesî nemînin. Her kes li pêşberî van komkujiyan bêdeng mane.
Hêvî bal kişand ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û ev xal destnîşan kir: "Li Rojavayê Kurdistanê jî dîrokek hat nivîsandin. Êdî li hemberî vê dagirkeriyê, li hemberî zordestiyê serî hatiye rakirin. Li hemberî êrîşên li dijî gelê me tên kirin, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê ciwanên Kurdistanê. Pêwîste bi vê erka xwe zanibin û berpirsyariyê rakin. Lewma divê xebat were meşandin.
'DÎROK TÊ NIVÎSANDIN, EV FIRSENDA DAWÎ YE'
Dîrok tê nivîsandin. Ev firsenda dawî ye, hebûn û nebûna Kurdan di vir de tê diyarkirin. Ya em ê azad bijîn, yan jî em ê nejîn. Girîng e her kes bi vê berpirsyariyê tevlî şoreşê bibe. Di şoreşê de jî berdêl tê dayîn. Şoreş nayê xwestin, şoreş tê stendin. Ev jî êdî bi şer dibe. Pêwîste haya gelê me ji vê hebe û li gorî vê tevbigere."
'RÊBER APO JI BO PÊŞÎ LI KOMKUJIYAN BIGIRE, HER LI BER XWE DA'
Di dewama axaftina xwe de Hêvî da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di tevahiya jiyana xwe de ji bo mirovahiyê, ji bo di nava însaniyetê de exlaqek derkeve pêş têkoşiya ye û got, "Bi salan e ji bo mirov neyên qetilkirin, bi tena serê xwe li Îmraliyê ev 17 sal in li ber xwe dide. Dikarîbû bang li fedaiyên xwe jî bikira. Yanî em hemû fedaiyên Rêber Apo ne, kîngê bang li me bê kirin em amade ne ji bo gelê xwe ruhê xwe bidin. Serok Apo sebir kir. Ji bo însan zêde neyên kuştin, ji bo komkujî rû nedin Rêber Apo sebir kir. Her xwest bi diyalogê, bi peymanan vê zordestiyê ji holê rake, wekheviya mirovahiyê bide avakirin. Lê dijmin bi vî rengî nêzîk nebû. Her ku li hemberî têkoşîna me qels bû, êrîşên xwe li ser Rêber Apo giran kir. Êdî gelê me jî ev dît û jê re got 'êdî bes e'. Çi li Cizîrê, li Farqînê li gelek navçeyên Bakurê Kurdistanê gel rabû ser piyan ji bo vê zordestiyê ji holê rake. Lê belê dijmin ev qebûl nekir û li hemberî gelê me dest bi êrîşên mezin kir."
BANGA LI ÇAR ALIYÊN KURDISTANÊ: YEKBÛYÎN SERKETINÊ BI XWE RE TÎNE
Şevger Hêvî girîngiya yekbûyîna gelê Kurd destnîşan kir û ev bang kir:
"Pêwîste tevahiya gelê Kurd xwe di vê têkoşîna gihaştiye vê astê de berpirsyar bibîne û wekheviyekê bide avakirin. Li her çar parçeyên Kurdistanê serê xwe li dijî dijmin rake. Girîng e gelê me yê li Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê li hemberî vê zilma li Bakurê Kurdistanê tê kirin, serê xwe rake. Ji ber ku ew ê jî bi vê re rû bi rû bimîne. Îro li Bakurê Kurdistanê ev êrîş tê meşandin, sibe wê li Başûr, li Rojava bê meşandin. Yekbûyîn serketinê her tim tîne. Lewma divê gelê Kurd hem ji aliyê ruhî hem jî ji aliyê fîzîkî ve wê yekbûnê bijî û li hemberî êrîşan sekneke xurt bide nîşandan."
'XWERÊVEBERÎ JIYANA GELEK NETEWEYAN A BI HEV RE YE'
Gerîlaya YJA Starê Zelal Newal da zanîn, ku xwerêveberî mafê herî xwezayî yê her hebûneyekê ye û got, "Xweseriya demokratîk tê wê wateyê ku gelek netewe bi hev re di bin sîwaneyekê de bijîn. Berxwedana gelê Kurd, şehadetên niha çêdibin hemû israra gelê Kurd a di vê yekê de ye. Cihekî ku dewlet lê hebe, li wir dagirkerî heye, li wir zext heye. Berxwedana gel li hemberî vê zilm, zext û dagirkeriyê ye. Ev yek xwedîderketina li mafê xwe yê herî xwezayî, parastina xwe ye. Di nava qanûnên xwezayî de hemû hebûn xwedî parastinekê ne. Ti hebûn bêparastin nîne. Însan ti carî nikare bê parastin bijî. Komkujî, kuştinên kiryar nediyar ên bi serê gelê me de hatin, vê rastiyê piştrast dikin. Ji bo rizgariya ji van komkujiyan û kuştinan, xweparastin hewcedariyek e. Ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên cîhanê divê ev model bibe mînak."
'DEWLET DI NAVA PANÎKÊ DE YE'
Newal destnîşan kir ku dewlet li pêşberî vê berxwedan û daxwaza xwerêvebirinê ya gel di nava tirsê de ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di nava panîkê de ye. Çima? Ji ber ku eger li ser xakekê çend gel bibin yek, ev yek tê wateya qelsbûna hêza dewletê. Tê wê wateyê ku dewlet mîna berê nikare li gelan zilmê bike. Ev modela ku niha li Bakurê Kurdistanê bi berxwedaneke mezin tê birêvebirin, eger bi serketinê were tacîdarkirin, ev ê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe modeleke nû. Berxwedana îro li kolanan bi pêşengiya jin, ciwan û zarokan tê meşandin, wê bibe sembola azadî û wekheviyê ji bo hemû gelên cîhanê. Gelê li çiyayê Agirî ser hat betonkirin, îro hebûna xwe ji nû ve îlan dike û mîna lehiyê diherike qadên berxwedanê. Dibêje ez tine nabim. Xweseriya demokratîk ji bo gelê Kurd ev deng e. Bangeke ku gelê Kurd xwedî li her tiştên xwe derkeve."
'TI TEKNÎK NIKARE HÊZEKE BERXWEDÊR TINE BIKE'
Newal da xuyakirin, ku xendek sîstemeke parastina mirovan e û got, "Eger dewleta Tirk polîtîkayên asîmîlasyon, tinekirin, kuştin û girtinê nemeşandibûya, wê xendek jî nehatiban avakirin. Sîstema dewleta Tirk a qetilkirin û qirkirinê hişt ku gelê Kurd li nava bajarên xwe, li nava kolan û malên xwe bi îmkanên xwe yên herî biçûk xwe biparêze. Divê her kes baş bizanibe, ti teknîk nikare hêzeke berxwedêr tine bike. Îro hemû teknîka cîhanê li hemberî vî gelî were bikaranîn jî, eger ev gel bi vîna xwe ya azad bawer be, wê ti kes nikaribe gel li bin bixe. Heta niha hemû gel bi berxwedanê, bi xweparastinê bi ser ketin û gihaştin daxwazên xwe. Gelê Kurd jî wê bi berxwedana xwe re bigihêje azadiyê.
'SEDEMA GIRANKIRINA ÊRÎŞAN, TIRSA JI AZADÎ Û YEKÎTIYA GELÊ KURD E'
Esareta li ser Rêber Apo îro roj bi roj giran dibe. Li çar aliyên Kurdistanê jî şer giran dibe. Sedema bingehîn a vê yekê; tirsa ji azadbûna gelê Kurd e. Tirsa ji yekbûyîna gelê Kurd e. Êdî her kes dizane gelê Kurd ne weke berê dijî, ne jî weke berê şer dike. Gelê Kurd êdî yek reng e, yek deng e û li hemberî her cûre zordariyê li nava kolanan bi dirûşmên xwe, bi avêtina kevirekî, bi girtina nobedê li ber xwe dide û parastina mafên xwe dike. Divê cîhan hemû bi vê bizanibe."
'GIRÎNG E CIWAN MÎNA DEMA KOBANÊ, BER BI QADÊN BERXWEDANÊ BIHERIKIN'
Gerîlaya YJA Starê Zelal Newal ev bang kir: "Par di vî çaxî de ya ku di bin dagirkerî û zilmê de bû Kobanê bû, îro jî Bakurê Kurdistanê ye. Ti cudahî nîne. Li Kobanê mirov dikare bêje sivîl nemabû; hêzên çekdar li hemberî hev şer dikirin. Lê niha li nava baran, şerê jinan, şerê ciwanan, şerê zarokan e. Vana li hemberî zarokan, li hemberî jinan, li hemberî ciwanan şer dikin. Yên li hemberî wan hene ne leşker in. Ev yek jî hovîtiyeke ku heta niha nehatiye dîtin, nîşan dide. Ji ber vê yekê em berxwedana jinan, berxwedana ciwanan, her kesên berxwedanê roj bi roj mezintir dikin û bi azadiyê re tacîdar bike, silav dikin. Banga me bi taybetî ji ciwanan ew e, ku çawa par mîna lehiyê ber bi Kobanê ve herikîn, vê carê ber bi Bakurê Kurdistanê ve biherikin."
'BERXWEDANA GELÊ ME BERXWEDANEKE RÛMET Û KERAMETÊ YE'
Gerîlayê HPG'ê Dilgeş Dilbirîn da xuyakirin, ku gelê Kurd di roja îro de ji bo mafên xwe yên rewa, ji bo jiyaneke azad a bi çanda xwe têdikoşe û got, "Li hemberî vê yekê êrîşên faşîst û hovane li dijî gelê me tên meşandin. Rojane, jin û zarok, extiyar, ciwan tên qetilkirin. Berxwedana gelê me berxwedaneke rûmetê ye, berxwedaneke kerametê ye. Îro li Kurdistanê dîrokeke nû tê nivîsandin. Gelên bindest dixwazin bi destê xwe dîroka xwe binivîsînin.
Îro li Bakurê Kurdistanê berxwedanek, serhildanek heye. Gelê Bakurê Kurdistanê dixwaze bi çand, zimanê xwe, bi xwe bijî, bi xwe biryara li ser jiyana xwe bide. Berxwedana xweseriya demokratîk mafekî rewa yê gel e. Li her devera cîhanê pêwîste hemû gel xwe bi xwe bi rê ve bibin, xwe biparêzin. Di vê oxirê re pêwîstiya gelê me di roja îro de bi têkoşîn û berxwedanekê heye. Pêwîste berxwedana heyî bêhtir were xurtkirin. Ji ber ku rêya wan, berxwedana wan pîroz e. Divê ciwan, jin, zarok her kes karibin di vê bexwedanê de cih bigirin. Divê her kes li cihê lê ye beşdarî vê berxwedanê bibe û cihê xwe di nava vê roja dîrokî de hebe. Girîng e gelê li her çar parçeyên Kurdistanê xwedî li vê şoreşê derkevin."
'BÊDENGIYA RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ CIHÊ GUMANAN E'
Dilbirîn diyar kir ku bêdengiya raya giştî ya cîhanê li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd dike, cihê gumanan e û wiha axivî: "Gelek hêz û dewlet, paradîgmaya xweseriya demokratîk, xwerêveberiya gel bi xwe, li hemberî pêşeroja xwe weke metirsiyekê dibînin. Ditirsin ku ev yek li her derê belav bibe û desthilatdariya wan têk biçe. Lewma êrîşên xwe roj bi roj dijwar dikin û raya giştî ya cîhanê jî bêdeng e. Pêwîste raya giştî ya cîhanê vê rastiyê bibîne û li gorî vê hin gavan biavêje. Divê her kesên xwedî wijdan, xwedî şeref, bi deng û rengê xwe piştgiriyê bidin vê şoreşê.
Weke yek ji endamên hêzên parastina gel, ji vir heta bakurê Kurdistanê berxwedana gel a li çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin. Pêwîste hemû gelê li tevahiya Kurdistanê û gelên bindest xwedî li vê şoreşê derkevin. Bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikim ku beşdarî nava refên gerîla bibin û bibin beşek ji vê şoreşê."