Gerîlayên HPG'ê Tîrîl û Kalkan hatin definkirin
Gerîlayên HPG'ê Ahmet Tîrîl (Canfeda Şoreş) û Nedim Kalkan (Hogır Zemyan) ku di şer de jiyana xwe ji dest dan, li warên xwe bi merasimên girseyî hatin definkirin.
Gerîlayên HPG'ê Ahmet Tîrîl (Canfeda Şoreş) û Nedim Kalkan (Hogır Zemyan) ku di şer de jiyana xwe ji dest dan, li warên xwe bi merasimên girseyî hatin definkirin.
Ahmet Tîrîl (Canfeda) ê HPG'yî ku di şera 3'ê Tîrmehê de li Îdirê jiyana xwe ji dest da, ji bo karên otopsiyê di 5'ê Tîrmehê de şandibû Saziya Tiba Edlî ya Erziromê. Malbatê cenezayê Tirîl ji saziyê wergirtin û anîn Êlihê.
Malbata Tîrîl û rêveberên MEYA-DER'ê bi karwanekî ve cenazeyê Tîrîl anîn Êlihê û bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" hat pêşwazikirin. Girseya ku di nav de wekîlên HDP'ê jî hebûn, cenazeyê Tîrîl bi karwanekî mezin anîn Goristana Asrî ya Êlihê. Di meşê de girsê bênavber silogan berz kirin.
Dema girse ber bi goristanê dimeşiya, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kirin. Di êrîşê de 4 welatî birîndar bûn.
Li gel êrişê girseyê cenaze berneda û heta goristanê meşiya. Girseyê destpêkê cenaze birin mizgeftê û piştre birin goristanê. Berî cenaze bê definkirin, li ser gorê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û li ser gorê "Çerxa Şoreşe" hate xwendin. Girseyê cenazeyê Tirîl bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" spartin axê.
Piştre Dayika Tîrîl Tulay Tîrîl, diyar kir ku kurê wê şehîdê Kurdistanê ye û wiha got: "Kurê min nemir. Şehîd bû. Bila serê her kesî sax be."
Hevseroka MEYA-DER'ê ya Êlihê Şukru Baytar jî anî ziman ku ew ê li têkoşîna Tîrîl xwedî derkevin û doza wî bişopînin.
Piştî merasimê girse belav bû.
KALKAN BI DIRÛŞMEYAN HATE VEŞARTIN
Di 8'ê Tîrmehê de li Zozanê Sinekê yê Agiriyê operasyon pêk hatibû. Di operasyonê de 2 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Nedim Kalkan rakiribûn Saziya Tipa Edlî ya Erziromê. Malbatê cenazeyê Kalkan wergirtin û hatin Mûşê. Cenazeyê Kalkan li gundê Hesengoranê yê Kopa Mûşê bi girseyî spartin axê.
Girseyê destpêkê cenaze li Bajarokê Lîzê bi karwanekî mezin pêşwazî kir û piştre birin gundê Hesengoranê. Girseyê di meşê de bênavber dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne" berz kirin û heta goristana gund meşiyan. Di ketina gund de welatiyan darbesta Kalkan danîn ser milê xwe û heta goristanê meşiyan. Girseyê piştî cenazeyê Kalkan defin kir rêz girt. Nûnerê MEYA-DER'ê yê Kopê Sani Kutmaral, anî ziman ku gelê Kurd li gel hemû zordariyan jî ji mafê xwe tawîzê nade û wê heta dawî têkoşîna xwe bi mezinkirinê bidomîne.
Girseyê piştî definkirinê sersaxî ji bo malbatê xwest û ji gund veqetiya.