Gerîlayên HPG’ê Ariturk û Çakici ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Ariturk û Çakici yên ku di 2’ê Adarê de li bejahiya navçeya Kerboranê di encama bombebarana hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dan, li Êlihê bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin.

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Halîl Ariturk (Bedran Koçer) û Mehmet Akîf Çakici (Cahît Sason) ên ku di 2’ê Adarê de li bejahiya navçeya Kerboranê di encama bombebarana hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dan, li Êlihê bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin.

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Halîl Ariturk (Bedran Koçer) û Mehmet Akîf Çakici (Cahît Sason) ên ku di 2’ê Adarê de li çoltera navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di encama bombebarana hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê malbatan û rêveberên MEYA-DER’ê ve ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatin wergertin û anîn Êlihê. Ambulansa cenazeyan, li Tesîsên Bardakçilar a di têketina Êlihê ji aliyê hezaran kes ve bi slogana “Şehîd Namirin” hate pêşwazîkirin. Bi hezaran welatî cenazeyan bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Asrî ve derxistin rê. Karwanê cenazeyan li gelek kolanên taxên Êlihê hatin pêşwazîkirin û gel bi rûhê berxwedanê herikî ser rêya ku cangoriyên wan derbas dibû.

GEL BI RUHÊ BERXWEDANÊ XWEDÎ DERKET

Cenaze li ser Demîryolu ji aliyê hezaran ve hate pêşwazîkirin û gel darbesta her du şervanan danî ser milan û ber bi goristanê ve dest bi meşê kir. Di meşê de gel bê navber sloganên “Ey şehîd xwîna we li erdê namîne”, “Şehîd namirin”, “Tolhildan YPS/PKK”, “Bijî Serok Apo” û “PKK gel gel li vir e” berz kir. Dema girse gihîşt ber Girtîgeha Êlihê, bi slogana “Bijî berxwedana zîndanan” girtî slav kirin.

MERASÎMA BI HEYBET PÊK HAT

Meşa cenazeyan a ku bi ruhê berxwedanê dom kir, li ser Goristanê bi dawî û li vir ji bo cenazeyan wecîbeyên olî pêk hatin. Piştî wecîbeyên olî ji bo gerîlayên HPG’ê ku ji 7 salî heta 70 salî her kes amade bû, merasîmek bi heybet hate lidarxistin.

‘JI BILÎ BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ TI RÊ NÎNE’

Di merasîmê de Hevserokê MEYA-DER’a Êlihê Şukru Baytar axivî û diyar kir ku Êlih di demên dawî de bûye bajarê cangoriyên azadiyê û behsa jiyan û têkoşîna HPG’iyan kir. Şukru destnîşan kir ku ji bilî berxwedan û têkoşîn mezinkirinê ti rê li pêşiya wan nemaye û got ku tişta ew ji niha û pê ve bikin xwedî derketina li berxwedan û têkoşîna cangoriyên Kurdîstanê ye.

‘ŞEHÎDÊN GELÊ KURD E’

Piştî Baytar, dayika Ariturk, Hebîba Ariturk jî axivî û got ku lawê wê cangoriyê gel û Kurdîstanê ye. Bavê Çakici jî gelê Kurd re sersaxiyê xwest û wiha got: “Ev şehîd ne şehîdê min tenê ye. Şehîde hemû gelê Kurd e.”

Piştî axaftinan gel darbesta cangoriyên xwe hilda ser milan û anîn li gorên wan defin kirin.

Wê ji bo HPG’iyan li Mala Sersaxiyê ya Feqiyê Teyran a li taxa Bayindirlikê şîn were danîn.