Gerîlayê HPG’ê Acar ber bi rêwîtiya dawî ve hate verêkirin
Gerîlaya HPG’ê Serdar Acar (Dilşad Tolhildan) ê ku di şerê li navçeya Elbak a Wanê jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Dêrê yê Colemêrgê hate veşartin.
Gerîlaya HPG’ê Serdar Acar (Dilşad Tolhildan) ê ku di şerê li navçeya Elbak a Wanê jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Dêrê yê Colemêrgê hate veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Serdar Acar (Dilşad Tolhildan) ê di 8'ê Tîrmehê de li ser rêya Bebleşîn a Elbaka Wanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatê ve ji Wanê hate wergirtin û li gundê Dêrê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê hate definkirin. Rêveberên HDP û DBP'ê, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên MEYA-DER'ê jî beşdarî merasîma cenazeyê bûn. Welatiyên gundê geliyê Zê jî cenaze pêşwazî kirin û bi konvoyê ve cenaze anîn mizgefta gund, li vir nimêj hate kirin.
Piştre cenaze birin goristana Gundê Rintkê û li vir bi duayan ve hate definkirin. Ji bo Acar wê li mizgefta Taxa Çemê Qulgulê ya gundê Dêrê sersaxî bên qebûlkirin.