Gerîla: 14'ê Tîrmehê nebûya Kurdistan dibû zîndan
Gerîlayên HPG û YJA Starê, berxwedana mezin a 14'ê Tîrmehê ji ANF'ê re nirxandin. Gerîlayan gotin, "Eger 14'ê Tîrmehê nebûya, wê Kurdisatn bibûya zîndan."
Gerîlayên HPG û YJA Starê, berxwedana mezin a 14'ê Tîrmehê ji ANF'ê re nirxandin. Gerîlayan gotin, "Eger 14'ê Tîrmehê nebûya, wê Kurdisatn bibûya zîndan."
Gerîlayên HPG û YJA Starê, berxwedana mezin a 14'ê Tîrmehê ji ANF'ê re nirxandin. Gerîlayan gotin, "Eger 14'ê Tîrmehê nebûya, wê Kurdisatn bibûya zîndan."
BARAN DILBAHAR: Di serî de, ez şehîdên 14'ê Tîrmehê, şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim û hember heybeta wan ez bejna xwe ditewînim. Berxwedana salên 80'î ya ku bi pêşengiya Mazlûm Dogan da destpêkirin, bi agirê Çaran geş bû, di 14'ê Tîrmehê de gihîşt asta herî bilind û Kurdistan hejand, rê li ber şiyarbûnekê vekir. Bû destpêka pêvajoyeke nû. Ji nava mirinê jiyan afirand. Kurdan di bin betonan de hatibûn hiştin, bi pêşengiya Rêber Apo û berxwedana 14'ê Tîrmehê hat derxistin. Kurd niha her aliyên cîhanê di nava tevgerê de ne. Di salên 80'yî de li çiyê berxwedanê destpê kir, di salên 90'î de gel rabû serhildanê. Di 14'ê Tîrmehê de li Kurdistanê ilma berxwedanê afirî. Niha li her devera Kurdistanê berxwedan tê meşandin. Ev berxwedan bû malê tevahiya mirovahiyê. Berxwedana îro tê meşandin bû xeyalê şehîd Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz û Denîz Gezmîş. 14'ê tîrmeh bû kanî û her jê berxwedanî diherike.
ŞOREŞ SEMSÛR: Îro salvegera 34. a berxwedana 14'ê Tîrmehê ye. Berxwedana 14'ê Tîrmehê ti carî nebû rojeke şînê, her tim bû roja biryardayînê, roja vîn û berxwedanê. Em jî weke rêwiyên serketinê, weke şopdarên qehremanên 14'ê Tîrmehê, em ê her di vê rêyê bimeşin. Mîrateya berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li dû xwe hiştin, Mehmet Tûnç, Sêvê û Pakîze lê xwedî derketin. Rêber Apo dibêje, 'Çeka min a herî mezin rexistinbûyîne'. Em jî di salvegera 34'an de giranbûyîna pêvajo hîs bikin û em ê veguherînin rêxistinbûyîneke xurt. Carek din bi vê vesîleyê ez şehîdên berxwedana 14'ê Tîrmehê bi rezdarî bibîr tînim.
SERHED ZANA: Dema em dibêjin zîndan, berxwedana zîndanan ne tenê çend ciwan bûn ên li ber xwe didan. Di şexsê ciwanên PKK'ê de Kurdistan tevî çand û dîroka xwe kiribûn zîndan. Ciwanên PKK'yî li ber xwe dan, bi ser ketin û piştî vê serketinê şerê çekdarî destpê kir, ku heta roja îro dewam dike. Eger HPG-YPG nebûya DAIŞ heya Derya Reş, heya Rûsyayê diçû. Bi tenê hevalên me dikarin pêşî li wan bigirin. Ruhê 14'ê Tîrmeh felsefeya Serokatî ye. Li Cizîr, Nisêbîn, Sûr û herî dawî Licê ev berxwedan hat meşandin. Bi vê wesîleyê ez silavên xwe yên taybet ji Licê re dişînim. Îro bila kes xwe nexapîne; di şexsê Rêber Apo de Kurdistan û gel zîndanê de ye. Divê em hemû li ber xwe bidin.. Em şopdarên Şex Saîd, Seyîd Riza û Qazî Muhammed in. Lê îro têkoşîn mezintir bûye. Heya ku Serok azad nebe Kurdistan azad nabe. Lewma divê em berxwedanê mezintir bikin. Yên ku ji bo van rojan bedena xwe helandin, li ber xwe dan, di şexsê wan şehîdên pîroz de hemû şehîdan bibîr tînim. Silavên xwe ji gelê me yê berxwedêr û Serokatî re dişinim.