Gêlo Îsa: PDK dixwaze bi 'birçîbûnê terbiye bike'

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS'ê Gêlo Îsa diyar kir, PDK û Tirkiyeyê bi hev re deriyên sînor girtine û dixwazin gelê Rojava teslîm bigirin. Îsa got, "Lê wê nikaribin bi ser kevin."

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS'ê Gêlo Îsa diyar kir, PDK û Tirkiyeyê bi hev re deriyên sînor girtine û dixwazin gelê Rojava teslîm bigirin. Îsa got, "Lê wê nikaribin bi ser kevin."

Gêlo Îsa ji ajansa me re axivî û destnîşan kir, ku ENKS a pişta xwe dispêre PDK'ê, ti eleqeya xwe bi gelê Rojava ve nemaye.

Der barê ENKS'ê û nêzîkatiya wê de Gêlo Îsa ev tespît kir:

"ENKS rêxistinbûyîneke ti hêza xwe ya siyasî nema ye. Koma bi navê 'pêşmergeyên rojava' jî rêxistinbûyînek yekser bi Barzanî û PDK'ê ve girêdayî ye û hemû perspektîfên xwe ji Barzanî û PDK'ê werdigire.

Bi awayekî vekirî tê dîtin, ku ENKS ketiye nava rewşeke dijberê armanca xwe ya damezrandinê. Ji xwe ti carî neketiye nava helwesteke parastina Rojava û gelê Kurd. Di vî warî de nebûye xwedî ti plan û projeyê.

Dema li Rojava têkoşîneke bê eman dihat meşandin, ENKS li Stenbol û Riyadê li otelên ji 5 stêrkan bi cih bûbû û bi tenê daxuyanî dida. Di dema vê têkoşîna bêhempa de hewl dida şoreşa Rjava û destketiyên dîrokî yên gelê Kurd reş bike.

ENKS qîma xwe bi van kampanyayên reşkirinê jî nanî û bû parçeyek ji êrîşên li hemberî şoreşa Rojava, mora xwe danî binê komkujiyên li hemberî Kurdan. Mînak; komên ser bi ENKS'ê di nava Koalîsyona Sûriyeyê de êrîşî gelê Kurd ê li taxa Şêx Meqsûd dikin.

'PDK DIXWAZE VÎNA GELÊ KURD BIŞIKÎNE'

Êrîşên van çeteyên ku ENKS jî di nav de ye, ne tenê li Şêx Meqsûd e. Koma çekdar a ser bi ENKS'ê di bin navê 'Neviyên Selahaddîn Eyyûbî' de li hev kom bûne û li xeta Efrîn-Ezazê êrîşî gelê Kurd û gelên din dike.

Ev pêkanîn û polîtîkayên Barzanî û PDK'ê yên li hemberî Rojava, nû nînin. Barzanî û PDK ji destpêka şoreşa Rojava ve mora xwe datînin binê pêkanînên bi vî rengî yên li dijî mirovahiyê.

Vê yekê weke encama polîtîkayeke bi zanebûn dike. Bi vê polîtîkayê ve dixwaze vîna gelê Rojava bişikîne. Beriya niha tevî dewleta Tirk li ser xeta sînor xendek kolan. Hewl dan çeteyên DAIŞ û koalîsyona Sûriyeyê yên li Til Hasil û Til Eranê komkujî kirin, mafdar nîşan bidin."

'BI BIRÇÎBÛNÊ DIXWAZE TERBIYE Û KOÇBER BIKE'

Gêlo Îsa bibîr xist, ku deriyê sînor ê Sêmalka gelek caran ji aliyê Barzanî û PDK'ê ve hat girtin û got, "Lê belê bi ti awayî nikarîbûn vîna gelê Rojava bişikînin, nikarîbûn teslîm bigirin. Di meha Sibatê de jî piştî ku dewleta Tirk deriyê sînor ê Murşîtpinarê girt, yekser Barzanî û PDK'ê jî deriyê sînor ê Sêmalka girt.

Li hemberî vê aramiya li Rojavayê Kurdistanê, bi girtina deriyê sînor ê Sêmalka ve, dixwaze zextê li herêmê bike, gel bi birçîbûnê terbiye bike an jî koçber bike. Bi vî rengî hewl dide vîna me bişikîne. Bi krîza heyî ve dixwaze pêvajoyê kûrtir bike.

Di pêvajoyên şoreşê de mirov birçîbûn, îşkence, zîndan û mirinê didin pêş çavên xwe. Tevî zor û zehmetiyan em ê jiyana xwe ya berxwedêriyê bidomînin. Em ê ti carî serî li ber pêkanînên bi vî rengî netewînin. Di rewşa heyî de gelê Kurd êdî bi ti awayî serî natewîne.

Berxwedan wê timî hebe. Bêguman birçîbûn zehmetiyek e, lê belê bi ser ketina siyaseta dijmin, bêhtir bi êş e. Di rewşa heyî de dibe ku rojên me yên bi êş hebin. Lê ya girîng ew e ku em li Sûriyeyê pêvajoyeke nû bidin destpêkirin û mafên xwe biparêzin. Gelê me wê bi xurtkirina sîstema federaliya demokratîk ve êşên xwe ji bîr bike.

Bi kurtasî dewleta Tirk, Barzanî û PDK bi polîtîkayên xwe careke din nîşan dan ku ew dixwazin şoreşa Rojava bifetisînin. Ya ku nikarîbûn bi çeteyên DAIŞ'ê û koalîsyona Sûriyeyê bikin, niha dixwazin bi xwe bikin. Divê haya gelê Kurd ji vê yekê hebe.

Eger rewş ne bi vî rengî be, bila Barzanî û PDK deriyê sînor ê Sêmalka ji bo xizmeta gelê Rojava veke."

...