Gelê Mêrdînê tevî qedexeyê jî Newroz pîroz kir

Li Mêrdînê di saetên Walîtiyê qedexeya pîrozkirina Newrozê eşkere kir, li navçeya Artûklûyê agirê yekem ê Newrozê hat pêxistin.

Piştî daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê ya ku li tevahiya bajêr 30 rojan qedexeya her cure civîn, meşa xwepêşandanê, daxuyaniyên çapemeniyê, mîtîng, stand vekirin, aktivîteyên danîna kon, li Taxa Saraçoglû ya girêdayî navçeya Artûklûyê gel daket qadan û agirê Newrozê pêxistin. Gelê qedexeya walîtiyê nepejirandin, bi agirê Newrozê yekem car li Artûklûyê pîrozbahî li dar xistin. Di pîrozbahiya ku herî zêde jin beşdar bibûn de agirê Newerozê bi tilîlî û çepikan hat pêxistin. Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşmeyên piştgiriya PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin. Rexmê hewaya sar jî gel li Qada Saraçoglûyê kom bûn, bi stranên Newrozê govend hatin gerandin. Pîrozbahî bi dirûşman û govend gerandinê bi dawî bû.