Gelê Hezexê li dijî êrîşan bendan çêdike
Di çarçoveya êrîşên dewletê yên ji bo qirkirina gelê Kurd de, hêzên dewletê bênavber guleyan li taxên Hezexê direşînin. Gelê navçeyê ji bo xwe ji êrîşan biparêze, li nava kolanên xwe dîwaran lê dike.

Şêniyên taxên Yenî Mahalle û Tûrgût Ozal, ku rojane çend caran dibin hedefa guleyên dewleta Tirk, ji bo xwe biparêzin bendan çêdikin. Gel li nava kolanan dîwaran lê dike û dibêje, ku ji bo mirov jiyana xwe ji dest nedin, ew neçar mane bendan deynin.
Şêniyên taxan radigihînin ku êrîşên dewleta Tirk ên çekdarî herî zêde zerarê dide zarokan û bi lêkirina bendan re ew hewl didin pêşî li van êrîşan bigirin. Di vî karê lêkirina dîwaran de jin pêşengiyê dikin. Jinên ku kevirên parke bi bîr û baweriyeke mezin datînin ser hev û dîwêr lê dikin, dengê tilîliyê wan li tevahiya taxan belav dibe.
'BILA MEDYA TIRK WERE, BIBÎNE'
Jinan nerazîbûn nîşanî nûçeya "Gelê Hezexê navçeyê diterikîne" ya medya navendî ya Tirk dan û destnîşan kirin, ku berdêla xwe mirin jî be ew ê taxên xwe neterikînin. Jinan anîn ziman ku hêzên dewletê çiqasî êrîş bikin jî ew ê mal û ciwanên xwe bi tenê nehêlin û gotin, "Medya Tirk dibêje 'Ti kes li Hezexê nemaye'. Ji medya Tirk ti kes li Hezexê nîne. Bila werin Hezexê, wê bibînin ku em li kolanên xwe ne. Em naçin bi ti cihî ve."