Gelê Cizirê: Em enqaza dewletê radikin

Gelê Cizîrê, piştî êrîşên hêzên dewletê yên komkujiyê li ser Cizîrê bi dawî bûn, vegeriyan ser xaniyên xwe û xaniyên ku dewletê kavil kirine paqij dikin.

Gelê Cizîrê, piştî êrîşên hêzên dewletê yên komkujiyê li ser Cizîrê bi dawî bûn, vegeriyan ser xaniyên xwe û xaniyên ku dewletê kavil kirine paqij dikin. Welatiyan gotin "Em enqaza dewletê radikin" û zendê xwe badan. Welatiyên bîranînên xwe ji nava kavilan xelas dikin, nifir li dewletê kirin û gotin: "Em ji vir naçin tu deveran. Em wê jiyana xwe ji nûve ava bikin" û biryara berxwedanê dubare kirin. 

Li Cizîrê qedexeya li ser kolanên a nava rojê di roja 80'ê yan de bi dawî bû. Piştî bi roj qedexe rabûn, gelê Cizîrê yên ji ber êrîşên tang û topan xaniyên xwe valakirin vegeriyan ser xaniyên xwe yên xerabe. Welatiyên vegeriyan malên xwe rastî xaniyên wêran û xerakirî hatin. Şêniyên taxên Cudî û Nurê yên vegeriyan ser xaniyên xwe rastî xaniyên xerabe hatin. Welatiyên hatin xaniyên xwe yên kolana Bostanci ya taxa Cudî dîtin ku dewletê bi tang û topan xanî hilweşandine. Welatiyan di sohbetên cîranên xwe de bi gotinên "Ji Kobanê derbas bûye. Hovîtiyek mezintir hatiye kirin." asta êrîşên hêzên dewletê anîn ziman. 

NIFIRÊN JI BO DEWLETÊ KÊM NABIN

Ji şêniyên taxê Edibe Tanişman ku xaniyê hemû cîranên wê hilweşiyane, bi gotina "Em enqaza dewletê radikin" hawar û îsyana xwe anî ziman. Tanişman, destnîşan kir ku hemû xaniyên derdorê û cîranan xaniyê wan in û wiha got: "Yek yê me, yek yê mamê me, yek yê tiyê me ye. Hemû xaniyên me sero bin bûn. Em hatin vir me got belkî alavek saxlem mabe. Lê em hatin me dît ku her tişt wêran û talan bûye. Em hatin me dît ku dîmenek pir xerab li pey hêzên dewletê maye. Hemû xanî û taxa me xera kirine, şewitandine. Xwedê bela xwe bide wan."

'TU TIŞT SAXLEM NEHIŞTINE'

Şêniya taxê Azîze Karakuş jî anî ziman ku hêzên dewletê bi zilmê ew ji mala wan derxist û dema vegeriyan xaniyên xwe dîtin ku xaniyê wan tev hilweşandiye. Karakuş destnîşan kir ku wan tu tişt ji mala xwe dernexist û derketin, lê dema vegeriyan dîtin ku tiştekî wan ê saxlem nemaye. Karakuş, bilêv kir ku nivîn, zexîre û hemû alavên wan di bin enqaza de talan bûye û êdî tiştek nayê bikar anîn û wiha got: "Xaniyên me tang û topan xera kirine. Xwedê bela û cezayê xwe bide wan." 

'EM WARÊ XWE TERK NAKIN'

Karakuş, da zanîn ku hemû xaniyên derdora jêrzemînên ku komkujî lê pêk hatin xaniyên xizm û nasên wan in û wiha got: "Xaniyê me tevan xera bû. Lê em ji cih û warê xwe naçin tu derên din. Em warê xwe terk nakin. Xwestin Cizîrê vala bikin. Lê em Cizîrê vala nakin. Ev hovîtî û barbarî ye. Xwedê bela xwe bide wan em warê xwe terk nakin." 

'DEWLETÊ XANIYÊ ME XERA KIR'

Şêniya taxê Makbule Oluk jî di kavilên xaniyê kurê xwe de li perçeyên saxlem digere. Dema li perçeyên saxlem digere hêrs û nifrîna xwe ya li hemberî tewletê bi gotinê "Dê teqez hesabê vê zilmê bê pirsîn" tîne ziman. Xemgînî û hêrsa Oluk a ji ber êrîş û zilma dewletê di ruyê wê de tê xuyakirin û wiha berdewam kir: "Êdî cilekî em li xwe bikin nemaye. Hemû gelê Cizîrê di heman rewşê de ye. Li şopa êrîşên dewletê tenê kavilên xaniyên xerabe man. Dewletê xaniyên me xera kir. Em hêvî dikin ku zerara gelê me wê bê dayîn. Xwedê bela xwe bide serê dewletê." 

'XALÎ BE JÎ EM WARÊ XWE TERK NAKIN'

Oluk destnîşan kir ku wan gelek zilma dewtê dît, lê tu carî serî netewandin. Oluk, da zanîn ku zarokên wan perîşan bûn, mirovên wan hatin qetilkirin, lê wê tu carî warên xwe û xaniyên xwe terk nakin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xwedê heqê me li erdê nehêle. Hûn dibînin di çelê vê zivistanê de mirovên me di bin kavilan de li hestiyên zarokên xwe digerin. Di bin kavilan de be jî mirovên me naçin cihekî din û wê li warê xwe bijîn."

...