Gel cenaze bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ ve wergirt
Gel li Cizîrê 3 cenazeyên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û li kolanan hatin rawestandin bi dirûşmeya, “Şehîd Namirin” ve birin nexweşxaneyê.

Gel ji bo cenazeyên Mûrat Ekîncî (22) û Mûrat Egul (24) ên duh li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin û cenazeyê Ahmet Zirig (35) ê vê sibehê li heman taxê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hat qetilkirin wergire li Taxa Dagkapi kom bû. Bi sedan kesên dirûşmeyên, “Şehîd Namirin”, “PKK’e Gel E, Gel Li Vir E”, “Bijî Berxwedana Cizîrê” berz kirin ber bi Taxa Cûdî ya cenaze lê ne ketin tevgerê.
Li ser tevgera gel, hêzên dewletê jî topbaranên xwe yên ji tankan zêdetir kirin. Li dijî topbarana tankan gel bi dirûşmeya, “PKK’e Gel E, Gel Li Vir E” ve bû bersiv û heta kolana cenaze lê ne meşiyan. Cenazeyên demekê li vir hatin rawestandin piştre bi ambûlansan şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Dayika Mûrat Ekîncî Hayriye Ekîncî wiha bertekên xwe anî ziman: “Ev 2 roj in cenazeyê kurê min li nava kolanê ye. Min bedena wî hembêz nekir.”