Fermandarê efsanewî Mamê Rişe li Kerkûkê hat bîranîn
Fermandarê efsanewî yê Başûrê Kurdistanê Mamê Rişe, di 31. salvegera şehadeta xwe de li Kerkûkê bi merasîmekê hat bîranîn. Ji bo bîranîna Mamê Rişe, peykerê ji aliyê Riza Raîk ve hat çêkirin, bi merasîmekê hat vekirin.
ANF
CIZÎR
yekşem, 24 rêbendanê 2016, 10:19
Fermandarê efsanewî yê Başûrê Kurdistanê Mamê Rişe, di 31. salvegera şehadeta xwe de li Kerkûkê bi merasîmekê hat bîranîn. Ji bo bîranîna Mamê Rişe, ku di sala 1985'an de di encama komployekê de hat qetilkirin, peykerê ji aliyê Riza Raîk ve hat çêkirin, bi merasîmekê hat vekirin.
Di merasîma bîranînê de hevjîna Mamê Rişe Kjan Hesen Kerîm (Niştiman), Serokê YNK'ê yê bajarê Kerkûkê (Berpirsyarê Malbendê) Aso Mamend, berpirsyara komîteya şehîdan Wesfîxan Weysî, parlamenterên YNK'ê yên Iraqê Heme Sor Duşîvanî, Rêbûwar Talabanî, hevrêyê Mamê Rişe û gelek kes amade bûn.
Aso Mamend di axaftina xwe ya li vir de got, ""Bi saya têkoşîna Mamê Rişe û hevalên wî, em îro bi nasnameya xwe re dikarin bijîn." Mamend anî ziman ku Mamê Rişe welatparêzekî evîndarê welêt bû û got, "Eger em îro li vê derê dikarin bi awayekî azad bijîn, ev yek encama berdêlên wî û hevalên wî ye. Bila Mamê Rişe û hevalên wî xweş razên. Em ê her li ser şopa wan bin û xeyalên wan pêk bînin."
Mamê Rişe di sala 1953'an de li gundê Taleban ê navçeya Silêmaniye Çemçemalê ji dayik bû. Di sala 1971'ê de li dijî faşîzma Îsraîlê tevlî têkoşîna azadiyê ya Fîlîstînê bû. Di sala 1978'an de vegeriya Kurdistanê, demeke dirêj li çiyayên Kurdistanê li dijî rejîma Saddam şer kir. Di sala 1985'an de di encama xiyaneteke navxweyî de hat qetilkirin. Kujerên Mamê Rişe hînê nehatine dîtin.