'Fêmkirina hevrê Sara fêmkirina xwe ye'
Gerîlaya YJA Starê Sorxwîn Serhed 3 jinên şoreşger ên di komkujiya li Parîsê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got; "Xweziya em tevahî jin weke hevrê Sara têkoşer, berxwedêr û azadiya xwe ve girêdayiban."
Gerîlaya YJA Starê Sorxwîn Serhed 3 jinên şoreşger ên di komkujiya li Parîsê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got; "Xweziya em tevahî jin weke hevrê Sara têkoşer, berxwedêr û azadiya xwe ve girêdayiban."
Di 9'ê Çileya 2013'an de li navenda Parîsê 3 şoreşgerên jin ên Kurd, yek jê damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) bi guleyên li serê wan hatin xistin, hatin qetilkirin. Heya niha ev komkujî nehatiye ronîkirin. Sakîne Cansiz ji bo tevgera azadiya gelê Kurd, ji bo jinên Kurd û tevahî jinên cîhanê bûye sembola ruhê jinên azad. Gerîlaya YJA Starê Sorxwîn Serhed got; "Xweziya em tevahî jin weke hevrê Sara têkoşer, berxwedêr û azadiya xwe ve girêdayiban."
HEVALA SARA AŞIQÊ JIYANÊ BÛ
Gerîlaya YJA Star Sorxwîn Serhed diyar kir ku wê Sakîne Cansiz di sala 2008'an de nas kiriye, ev yek ji bo wê şenseke mezin bû û got, "Bir astî jî kesayetiya hevrê Sara gelek li ser min bandor da çêkirin. Hevrê Sara gelek ji mirovan hez dikir ji bo wê jî ti ferq û cudahiya nedixist nava kesan. Di heman demê de hevrê Sara mirov fêm dikir û hîs dikir. Bi rastî jî nava dilê mirovan dixwend. Ewqasî xwedî hêz û zana bû. Hevrê Sara ji bo me dîrok e. Têkoşîna wê li hember paşverûtiyê û bê îrade bûyînê bû." Sorxwîn di nava gotinên xwe de bal kişand ser şêwaz û rêbazên têkoşîna ku daye meşandin û axaftina xwe wiha dewam kir; "Hevrê Sara li hember her tiştên paşverû têkoşîn dikir. Tiştên ku ji bo xwe ne dipejirand ji bo tevahî hevalan jî ne dipejirand bi taybetî jî ji bo hevalên jin. Ew hevala hevalan bû. Bi rastî jî tevahî taybetmendiyên hevrê Sara gelek balkêş bû û di mirovan de şopên gelek girîng ava dikir. Meyzekirina heval Sara ya li hember jiyanê gelek cûda bû. Ne dişibiya yê tu kesê."
BI AZADIYÊ RE DIJIYA
Sorxwîn di dewama axaftina xwe de got, "Gava min hevrê Sara dît ew dem yekser di mejiyê min de gotina çiqasî bedew e xwe derket pêş. Ji ber bedewbûna dil, ruh, fikrê wê li ser tevahî tevgerên hevrê Sara xwe dida der. Bi rastî jî hezkirinek gelek mezin di dilê heval Sara de hebû. Tevahî hevalan di dilê xwe di cîh dikir. Jiyana heval Sara gelek bi nîzam û bedew bû. Bi rastî jî hevrê Sara bi azadiyê re dijiya ku ewqasî ji jiyanê û hevalan hez dikir. Gava min pirtûka heval Sara xwend ew dem min fêm kir ku hevrê Sara hêz û vîna xwe ya bêhempa ji kuderê digre.
Ji ber hevrê Sara her tim di nava têkoşînê deye ji bo wê her tim serketiye. Bi serketina xwe re li derdorê xwe jî ew ruhê têkoşîn û berxwedaniyê ava dikir. Heval Sara di ruh û mejiyê xwe de azadiyê her kêlî dijiya û dida jiyîn."
Gerîlaya YJA Star Sorxwîn Serhed da xuyakirin ku Cansiz ji bo hemû jinên Kurd û tevahiya cîhanê mîrateyeke gelekî bi nirx hiştiye û got, "Hevrê Sara ruhê jinên Kurd yê esil, berxwedêr, têkoşer û ti carî xwe radestê celadê xwe nake dijiya û bi wê ruhê jî celadê di girtîgeha Amedê de bi ruhê berxwedaniya xwe re kuşt."
HEVRÊ SARA TI CARÎ JI BO XWE NEJIYA
Sorxwîn Serhed anî ziman ku li gel Cansiz di asta herî jor de bû û wiha axivî: "Ez bi xwe bûme şahid; gava hevrê Sara bi hevalan re nîqaş dikir û eleqedar dibû li ser hevalan gelek bandorên erênî ava dikir. Gotin û nêzîkatiyên hevrê Sara di hiş û ruhê mirovan de xwe neqiş dikir. Gava yekem car nîqaşên me bi heval Sara re çê bû yekser hevrê Sara ji min re got; 'xwe nas bike, ger ku te xwe nas kir ew dem tu yê civaka xwe jî û jiyana me ya PKK’ê jî nas bikî.' Gava hevrê Sara bi min re qise kir weke ku me bi salan bû hev nas dikir. Ew dem min xwe di nava dilê wê de hîs kir. Bi rastî jî hevrê Sara ti carî ji bo xwe nejiya. Ew her tim ji bo gelê xwe, ji bo jinan û ji bo welatê xwe jiya. Ji bo wê jî nîqaşên wê yê bi hevalên jin re ji her tim li ser bingeha xwe naskirin, dîroka xwe naskirin û bûyîna ya xwebû. Taybetmendiyên hevrê Sara yê ku mirovan derdora xwe kom dike ango bi civakî bû. Bi çend gotina mirov nikare vegotina hevrê Sara bike ji ber wê gotin gelek kêm bimîne. Bi rastî jî hevrê Sara kêfxweşî û coşa ku gelê wê dijiya bi xwe jî di dilde û ruh de dijiya. Di heman demê de hevrê Sara hevrêya Rêber APO bû.
EM SOZ DIDIN HEVRÊ SARA; EM Ê AZADIYA JINÊ TACÎDAR BIKIN
Çawa ku hêrsa hevrê Sara ya li hember pergal û hişmendiyê neyar bi hêz û mezin bû em jî soz didin ku em ê vê hêrsê mezintir û kûrtir bikin. Hevrê Sara ji bo bîrdoziya rizgariya jinê gelek ked da raber kir, ji bo artêşbûyîna jin, rêxistinbûyîna jin kar û xebatên bêhempa kirin ev ji bo me gelek girîng e. Li ser vê bingehê jî em jî soz didin ku em ê xwedî li ked û mîrateya hevrê Sara û tevahî hevrêyên me yên şehîd derbikevin. Eger em di vê astê de ne û em roja me ya îro têkoşîna îrade, hebûn û azadiya xwe didin meşandin em di saya hevrê Sara û yê tevahî hevrêyên me yên şehîd dene. Em soz didin hevrê Sara em ê azadiya jinê tacîdar bikin. Bi azadiya jin ve girêdayî azadiya gelê Kurd bi serketinê re encam bigre. Em weke gel û tevger jî ji herdemê zêdetir bi hêz in em ji tevahî hişmendî û pergala bavik salarî hesap bixwazin. Em ê ji wî hişmendî û aqlê ku hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî şehîd xistin hesap bixwazin û tola hevalên xwe rakin."