Êrîşên li hemberî Şedadê hatin şikandin
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî xeta parastinê ya li başûrê Şedadê kirin. Ev êrîşac çeteyan ji aliyê hêzên QSD'ê ve hat pûçkirin. Di şerê li vir de gelek çete hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî xeta parastinê ya li başûrê Şedadê kirin. Ev êrîşac çeteyan ji aliyê hêzên QSD'ê ve hat pûçkirin. Di şerê li vir de gelek çete hatin kuştin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev êrîşî xeta parastinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li başûrê Şedadê kirin. Êrîş li nêzî gundê El Ezawî rû da û li ser bersiva hêzên QSD'ê, şer derket. Şer heta ber destê sibehê dewam kir.
Di vî şerî de hêzên QSD'ê derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistin û êrîşa çeteyan şikandin.