Êrîşên çeteyan û şer berdewam dikin

YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan berdewam dikin, li ser bersivdayîna hêzên YPG/YPJ’ê şerên dijwar pêk hatin. Êrîş ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve hatin valaderxistin.

YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan berdewam dikin, li ser bersivdayîna hêzên YPG/YPJ’ê şerên dijwar pêk hatin. Êrîş ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve hatin valaderxistin; 

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên komên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê berdewam dikin.

Piştî van êrîşan di saatên şevê de li herêmen Seken Şebab û Eşrefiye şer derket û hê jî dewam dike.

Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha berdewam kir:

“15’ê Adarê saet di 20.00’an de çeteyên DAIŞ’ê hewl dan ku li dijî gundê Kadiriyê yê dikeve Başûrêrojhilatê Bendava Tişrîn êrîşekê li dar bixin. Çeteyan dixwestin bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî şervanên YPG’ê bikin, lê şervanan ev wesayîtê îmha kir.

Çeteyan saet 22.00-23.00’an jî bi çekên giran êrîş birin ser herêma rojavayê Bendava Tişrînê.

Komên çete yên DAIŞ’ê di navbera heman saetan de nêzî Pira Qereqozaqê bi çekên giran êrîş birin ser gundê Qereqozaq, Girê Sor û Girê Sîdarê.

Çeteyan îro jî saet 03.00-04.00’an li dijî heman herêman êrîşên xwe dûbare kirin.”