Êrîşên çeteyan ên li hemberî Rojava dewam dikin
Çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê careke din êrîşî bendava Tişrînê kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê careke din êrîşî bendava Tişrînê kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê careke din êrîşî bendava Tişrînê kirin. Li herêmê di navbera hêzên HSD û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, çeteyên DAIŞ’ê danê sibehê ji du aliyan ve êrîşî Bendava Tişrîn kirin. Çeteyên ku ji aliyê başûrrojava û bakurrojava ve êrîş kirin, rastî bersiva tund a hêzên HSD'ê hatin.
Şerê li herêmê dewam dike. Balafirên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê jî nuqteyên çeteyan bombebaran dikin.
Çeteyan di 6'ê Çileyê de jî ji 2 aliyan ve êrîşî bendavê kiribûn û êrîşa wan ji aliyê hêzên HSD'ê ve hatibû şikandin.