Êrîşên çeteyan dewan dikin
YPG'ê ragihand, êrîşên çeteyan ên li hemberî bajarokê Şêxler ê Kobanê û taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin.
YPG'ê ragihand, êrîşên çeteyan ên li hemberî bajarokê Şêxler ê Kobanê û taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, êrîşên komên çete yên ser bi koalîsyona Sûriyeyê yên li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin.
Li ser vê mijarê, di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 15'ê Tîrmehê komên çete hewl dan bikevin nava taxa Şêx Meqsûdê. Piştî erîşên ji herêmên Eşrefiyê û Seken Şikeyf hatin kirin, li van qadan şer qewimî. Di vî şerî de bi qasî hat zelalkirin 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin."
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê her wiha diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê di 14-15'ê Tîrmehê de ji çeperên xwe yên li Cerablûsa Jêrîn û Jorîn bi çekên giran êrîş birine ser bajarokê Şêxler ê li başûrrojavayê Kobanê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di şeva 15'ê Tîrmehê de jî komeke ji çeteyan xwestin ji çem derbas bibe û êrîşî hêzên me bike. Lê piştî destwerdanahêzên me, çete neçar man ji qadê birevin."