Êrîşa çeteyan bi mudaxeleya zû ya Hêzên YPG’ê hat astengkirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê destnîşan kir ku hewldana êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember bajarokê Şêxler ê li başûrrojavayê Kobanê, bi mudaxeleya zû ya hêzên YPG’ê hat astengkirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku 2’ê Adarê saet nêzî 23.00’an çeteyên DAIŞ’ê hewl dan ji ser Cerablûsê êrîşekê li hember bajarokê Şêxler ê li başûrrojavayê Kobanê pêk bînin, wiha got: “Piştî mudaxeleya zû ya hêzên me, çete ji qadê reviyan.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 3’ê Adarê saet 09.00’an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî gundê Şergiran ê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa kirine, got: “3’ê Adarê saet 23.00’an çeteyên DAIŞ’ê ji peravên Cerablûsa Jêr, ava Feratê derbas kirine û êrîşek li dar xistin. Operasyona ku hêzên me li hember çeteyên êrîş pêk anîne destpê kirin, dewam dike.
Li gundê Hemam Tirkmen ê ku çeteyên DAIŞ’ê di êrîşên 26-27’ê Sibatê de destpê kirin kiribûn hedef, xebatên lêgerînê didomin. Di çarçoveya van xebatan de 1 BKC û 1.000 guleyên wê, 4 kleş û 25 şarjorên wê, 5 bombeyên dest, çenteyekî tenduristiyê, jeneratorek, dorbînek şevê, bêtêlek, 1 GPS, 6 mayin, êlegekî xwekujiyê û hin alavên leşkerî hatin desteserkirin.”