Endamên YPS û YPS-Jin: Em ê paş de gav neavêjin, em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin
"Wek neviyên Şêx Seîd, Derwêşê Evdî û Edûlê, li dijî êrîşên qirkirinê yên AKP'ê, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin."
"Wek neviyên Şêx Seîd, Derwêşê Evdî û Edûlê, li dijî êrîşên qirkirinê yên AKP'ê, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin."
Endamên YPS û YPJ-Jin, 1. salvegera azadiya Kobanê nirxandin û destnîşan kirin ku ew ê bi ruhê azadiyê yê Kobanê re berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakur bi ser bixînin. Endamên YPS û YPJ-Jin gotin, "Wek neviyên Şêx Seîd, Derwêşê Evdî û Edûlê, li dijî êrîşên qirkirinê yên AKP'ê, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin."
Endamên YPS û YPJ-Jin, der barê 1. salvegera azadiya Kobanê de axivîn, azadiya Kobanê silav kirin û dan zanîn, ku vîna xwerêveberiyê ya li Bakur bi ruhê azadbûna Kobanê re derketiye holê. Endamên YPS û YPJ-Jin dan zanîn ku bi ruhê fedaî yê Arîn Mîrxan ê li Girê Miştenûrê ji bo azadiya Kobanê feda kir re, ew li Bakur ber bi azadiyê ve dimeşin û dan zanîn ku li dijî êrîşên AKP'ê yên bi zîhniyeta DAIŞ'ê dike, ew ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin.
'LI BAKUR ŞOREŞ PÊK TÊ'
Şervanê YPS'ê Yûsûf Hemze da xuyakirin, ku azadiya Kobanê serketineke gelekî mezin e û ji bo wan cihê serbilindiyê ye. Hemze bal kişand ser ruhê fedaî yê têkoşîna azadiya Kobanê, ku di şexsê şervanên mîna Viyan Peyman û Arîn Mîrxan de hat nîşandan û got, "Têkoşîna wan rêya me ronî dike. Bi vê şiyarê re em Şoreşa Rojava pîroz dikin. Îro li Bakurê Kurdistanê jî serhildan û şoreşek pêk tê. Bi xwerêveberiya demokratîk re jiyaneke nû tê avakirin. Mîna li Kobanê, li Bakurê Kurdistanê jî yê bi ser bikeve wê gelê Kurd be."
'EM Ê LI DIJÎ ÊRÎŞAN LI BER XWE BIDIN'
Hemze da xuyakirin, ku divê gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê û li her devera lê dijî, bala xwe li ser van rojên dîrokî yên li Bakur be û got, "Eger em îro li Bakur li çeperan li ber xwe didin, ev yek ji hêza ku me ji Rojava wergirtine ye. Ji ber vê yekê, mîna Rojava em di wê baweriyê de ne ku li Bakurê Kurdistanê jî em ê bi ser bikevin. Hikûmeta AKP'ê bi êrîşan re dixwaze gelê Kurd malên xwe biterikîne û koç bike. Tevî gelê xwe em ê li hemberî van êrîşan heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin." Hezme ragihand ku bêyî cihêkariyê bikin ew ê li dijî her şêwe faşîzm û komkujiyan, gelan biparêzin û da zanîn, ku ew ji bo petrol an jî berjewendiyan tênakoşin, ji bo jiyaneke însanî û avakirina jiyaneke demokratîk ew têdikoşin.
'EM NEVIYÊN ŞÊX SEÎD, DERWÊŞÊ EVDÎ Û EDÛLÊ NE'
Hemze bibîr xist ku ew neviyên Şêx Seîd, Derwêşê Evdî û Edûlê ne û destnîşan kir ku rêberên wan di tevahiya dîrokê de çawa ku li dijî komkujiyan li ber xwe dan, YPS û YPS-Jin jî wê bi heman rengî li ber xwe bidin.
'EM Ê ŞOREŞEKE JINÊ BIAFIRÎNIN'
Endama YPJ-Jin Avşîn Serhat bi ruhê Arînan 1. salvegera serketina Kobanê pîroz kir û da zanîn ku ew ê ruhê fedaî yê Arîn Mîrxanan li Bakurê Kurdistanê bi berxwedana Sêvêyan re bikin yek û mîna li Rojava, li Bakurê Kurdistanê jî şoreşeke jinê biafirînin. Avşîn Serhat bang li hemû jinên ciwan ên li Bakurê Kurdistanê kir ku di bin ala YPS-Jin de li ber xwe bidin û da zanîn, ku roj ji bo jinê roja îspatkirina hebûna xwe ye. Avşîn Serhat bal kişand ser dilsoziya jinê bi ax û welatê xwe re û destnîşan kir, ku jinek bi tenê jî bimîne ew ê mîna li Kobanê, li Bakur jî şoreşeke jinê pêk bînin.
'ÇAWA KU KOBANÊ BI SER KET, EM Ê JÎ BI HEMAN RENGÎ BI SER BIKEVIN'
Avşîn Serhat gotina dewleta Tirk a 'Kobanê li ber têkçûnê ye' bibîr xist û got, "Kobanê bi berxwedaneke dîrokî re azad bû. Îro jî dibêjin 'Cizîr, Silopiya û Sûr li ber têkçûnê ne'. Lê belê me bila piştrast be; çawa ku Kobanê bi ser ket, em ê jî bi ser bikevin." Avşîna Serhat da xuyakirin ku êrîşên mîna yên li Kobanê îro li Bakur tên kirin û ragihand ku mîna serketina Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê, ew ê jî li hemberî dewleta AKP'ê bi ser bikevin û azad bibin. Endama YPS-Jin Avşîn Serhat bal kişand ser girîngiya stratejîk a Bakurê Kurdistanê û da zanîn ku azadiya Bakur wê bandorê li parçeyên din jî bike. Avşîn Serhat destnîşan kir ku li dijî êrîşên AKP'ê, weke YPS-Jin ew ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin.
'GELÊ KURD WÊ TI CARÎ KOLEDARIYÊ QEBÛL NEKE'
Endamê YPS'ê Alî Kiçî jî da xuyakirin ku Kurdan li Kobanê bi ruhê Apoyî li hemberî êrîşên wehşî yên DAIŞ'ê li ber xwe dan û bi ruhê fedaî yê Arînan, Gelhatan û mazlûman, êrîşên wehşî yên DAIŞ'ê pûç kirin. Kiçî da zanîn ku AKP jî bi mejiyê DAIŞ'ê li Bakurê Kurdistanê êrîşî vîna xwerêveberiyê ya gelê Kurd dike.
Kiçî got, "AKP îro koledariyê li ser gelê Kurd ferz dike. Lê em ê ti carî vê qebûl nekin. Weke YPS û YPS-Jin em ê tevî gelê xwe, li dijî êrîşên AKP'ê yên bi rêbaza DAIŞ'ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin. Em ji vê derê bang li hemû ciwanan dikin ku tevlî nava refên YPS'ê bibin."