Buroya Hiqûqê ya Asrin daxuyaniyek nivîskî weşand, wiha got: “Wek tê zanîn ji 27’ê Tirmehê 2011’an ve bi ti awayî tevî hemû hewldanên me jî me nikarîbû bi muwekkîlê xwe Birêz Ocalan re hevdîtinan pêk bînin. Hevdîtinên bi malbat û wasî re jî ji 6’ê Cotmehê 2014’an ve hatiye astengkirin. Herî dawî hevdîtina heyetên 5’ê Nîsana 2015’an çûn giravê jî hatin astengkirin, ji wê rojê ve şertên agahistendina ji muwekîlê me bi temamî ji holê rabûye.”
‘HEVDÎTINA ME YA BI KÛRAN Û ARKAŞ RE HAT ASTENGKIRIN’
Di daxuyaniyê de agahiya sirgûnkirina Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş ên li Îmraliyê girtî jî tê dayin û wiha tê gotin:
“Herî dawî duh li ser agahiya me ji derve girt, em fêr bûn ku muwekîlên me Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş ên li Girava Îmraliyê jî sirgûnî Girtîgeha Silîvrî hatine kirin. Daxwaza me ya îro (05.01.2016) ya ji bo zelalkirina rewşê û derxistina holê ya ji bo hevdîtinê, ji aliyê personel û îdareya Girtîgeha Silîvrî ve hat astengkirin. Pêkanînên derveyî hiqûqê yên li gor kêfiyetê li Girava Îmraliyê dihatin meşandin, li vir jî ketiye meriyetê. Bêyî hincet û spartekên qanûnê hevdîtina me ya bi muwekîlên me re hat astengkirin. Di serî de Midûrê Girtîgeha Sîlîvrî, bi temamî îdare ji agahîdayinê reviyane. Hewldanên di şexsê dozgeriyê de pêk hatin jî bê encam mane.
‘TÊKÎLDARÎ ŞERTÊN FÎZÎKÎ YÊN BIRÊZ OCALAN TI AGAHIYÊN ME TINENE; EM BI FIKAR IN’
Têkîldarî muwekîlê me yê li giravê jî Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bi israr ji agahîdayinê reviyaye. Ji vê kêliyê ve êdî di serî de Birêz Ocalan, têkîldarî rewş û şertên fîzîkî yên muwekîlên me de ti agahiyên me tinene. Ev rewş fikaran dide avakirin.”
‘AGAHÎ BÊ DAYIN, TECRÎD BÊ RAKIRIN’
Buroya Hiqûqê ya Asrin bang li Wezareta Edaletê û tevahî berpirsiyaran kir ku agahiyê bidin, tecrîda girankirî ya derveyî hiqûqê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û muwekîlên din demildest bi dawî bikin.