'Em ê tîlîliyên Asya xurtir bikin'

Ji bo Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel, li Qilebanê konê sersaxiyê hate danîn. Hevşaredara Qilebanê Zeynep Uren axivî û got ku ew ê tîlîliyên Yuksel a pêşeng xurtir bikin.

Ji bo Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel a ku li Cizîrê di jêrzemîna hovîtiyê de hate qetilkirin û cenazeyê wê piştî 3 mehan ji aliyê malbatê ve hate wergirtin, li navçeya Qilebanê ya Şirnexê konê sersaxiyê hate danîn. Bi pêşengiya jinan, bi sedan kes li Taxa Dogû hatin cem hev û ber bi Taxa Odul a ku konê şînê lê ye, meşiyan.

Jinan di meşê de dirûşmên "Hevrê Asya Nemir e" "Jin Jiyan Azadî" berz kirin, lîrandin û posterên Yuksel hilgirtin. Piştî meşê li kon rêz hate girtin. Li vir Hevserokê HDP'ê yê Qilebanê Mesût Paksoy axivî û diyar kir ku Yuksel bi berxwedana xwerêveberiyê ve têkoşîna azadiyê gihan merhaleyeke cuda. 

Hevşaredara Qilebanê Zeynep Uren jî got ku Yuksel pêşenga berxwedana jinan a Botanê ye û wiha axivî: "Em weke jin ji bo Asyayê zêmaran nabêjin. Em ê tîlîliyên Asyayê xurtir bikin. Em ê di serî de jinên Botanê, têkoşîna Asyayê weke wê hilgirin."

'ASYA HETA DAWÎ LI  BER XWE DA'

Dayika Yuksel, Emîne Yuksel jî spasiyên xwe li kesên ku beşdarî sersaxiyê bûn kir û wiha axivî: "Asya keça me hemûyan e. Asyayê ji bo hemû dayikan têkoşîn meşand û heta dawî li ber xwe da."
Serdanên sersaxiyê didomin. Sibehê wê mewlûd bê dayîn.