Desthilatdariya AKP'ê ku li hemberî berxwedana gel a li Kurdistanê sûcê şer dike, herî dawî bi guhertina rêvebernameya Saziya Tipa Edlî re dixwaze cenazeyan birevîne. Li Silopiyayê ku di êrîşên 27 rojan de 25 kes hatin qetilkirin, malbatan nerazîbûneke tund nîşanî dewleta Tirk dan ku dixwaze cenazeyan birevîne. Malbatan diyar kirin ku cenazeyên wan bêxwedî nînin û ji ber êrîşên qirkirinê yên dewletê nikarin veşêrin. Malbatan dan xuyakirin, ku cenazeyên wan bên revandin û definkirin jî ew ê cenazeyên xwe careke din werbigirin û li cihê dixwazin defin bikin.
Ji 25 kesên di nava 27 rojan de li Silopiyayê hatin qetilkirin, bi tenê cenazeyên Huseyîn Guzel û dengbêj Salih Erener (Salihê Şirnexî) li navenda Şirnexê, cenazeyê Suleyman Çoban jî li taxa Cûmhûriyetê ya Silopiyayê hat veşartin.
'QETILKIRIN TÊRA WAN NAKE, RADIBIN ÎŞKENCEYÊ LI CENAZEYAN DIKIN'
Malbata Îslam Atak ê 20 salî ku berî 5 rojan tevî sê siyasetmedarên jin hat qetilkirin, nerazîbûn nîşanî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk da. Bav Abbas Atak da xuyakirin ku ew gelek caran li emniyetên Şirnex û Silopiyayê geriyan e, lê ti agahî ji wan re nehatiye dayîn û got, "Ez li qeymeqamiyê jî geriyam. Lê belê gotin ku ew ê nikaribin li ser cihê kurê min lê hat qetilkirin û cihê cenazeyê wı agahiyan bide. Gelo vana hewl didin zarokên me birevînin? Qetilkirina zarokên me têra wan nekiriye, radibin îşkenceyê li cenazeyên me dikin." Atak destnîşan kir ku kurê wî bêxwedî nîne û bibîr xist ku ya li pêşiya definkirinê dibe asteng, êrîşên dewletê ne.
'EM Ê VÊ ZILMÊ JI BÎR NEKIN'
Îsa Mete jî ku di nava du hefteyan de kurê wî Mehmet Mete û biraziyê wî Aydin Mete di êrîşan de jiyana xwe ji dest da, van pêkanînên dewletê weke 'dijberiya mirovahiyê' pênase kir. Mete diyar kir ku îşkenceya li cenazeyan tê kirin nayê qebûlkirin û anî ziman ku ew ê van pêkanînên dewletê û AKP'ê yên li dijî mirovahiyê ji bîr nekin. Mete bibîr xist ku dewletê bi êrîşên xwe re ji malbata wan du can stendiye û da zanîn, ku ew bi nêzîkatiyeke li cîhanê nehatiye dîtin re rû bi rû ne.
Bav Mete got, "Definkirin li aliyekî nahêlin em zarokên xwe jî bibînin. Niha cenazeyên herduyan jî li mizgefteke li taxê ne. Gelo mirov çawa dikare li pêşberî vê bêdeng bin? Em ê zarokên xwe li cihê dixwazin defin bikin. Eger birevînin jî em ê dîsa bînin Silopiyayê û defin bikin."
'ÎŞKENCEYÊ LI CENAZEYÊN ME DIKIN'
Dayik Gûrbet Mete jî diyar kir ku cenazeyê kurê wê hînê li mizgefteke li taxê tê ragirtin û anî ziman ku dewlet tevî ku zarokên biçûk qetil dike, îşkenceyê li cenazeyan dike. Dayik Mete ragihand ku destûr nayê dayîn ew cenazeyê kurê xwe bibîne û got, "Kurê min hînê biçûk bû. Dewletê jiyan jê stend. Gelo wê wî jî weke terorîst îlan bikin? Bi tank û topan bi xwînxwarî êrîş dikin. Gelo ji cenazeyên me jî ditirsin?"
Kurê Omer Maslû yê di 2'ê Çileyê de li ser şuşdeyê dema nimêj dikir hat qetilkirin Salîh Maslû jî got, "Çi gunehê van cenazeyan heye? Ev bêtehemûlî ji ber çi ye? Wê bi revandina cenazeyên me re çi bikin? Mafê me heye ku em cenazeyê xwe li cihê dixwazin defin bikin. Em ê cenazeyê xwe li xaka xwe veşêrin."
'EM Ê DAYIKA MIN BISPÊRIN XAKA XWE'
Kurê Taybet Înan (57) a cenazeyê wê hefteyekê li naverastê hat hiştin Mehmet Înan anî ziman ku cenazeyê wan hînê li Şirnexê ye. Înan diyar kir ku dewletê li gorî xwe qanûn derxistiye û da zanîn, ku tevî hemû hewldan û israra wan jî dewletê agahî li ser cenazeyan nedaye.
Înan got, "Armanca vê çi ye? Qanûneke bi vî rengî li kîjan aliyê cîhanê hatiye dîtin? Ji Serokwezîr re dibêjim! Ji xwe tu me qetil dike. Tu çi ji cenazeyên me dixwaze? Dema yek ji malbata wan dimire, gelo nayê veşartin? Bi vî rengî tevdigerin? Ji me re tiştekî nabêjin. Cenazeyê apê min Yûsûf Înan jî bi heman rengî li Şirnexê tê ragirtin. Em bi dewleteke barbar re rû bi rû ne. Di şerê navbera Îsraîl û Fîlîstînê de jî destûr dihat dayîn ku cenaze bên veşartin. Cenazeyan li Şirnexê veşêrin jî ji ber pirsgirêkên aboriyê em ê nikaribin biçin. Em dixwazin cenazeyê dayika min li Şirnexê were veşartin. Çi dikin bila bikin, em ê cenazeyê wê li Silopiyayê bispêrin axê."