'Em bi xurtî tevlî meşa Parîsê bibin; hesab bipirsin'
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), ji bo meşa sibe ya li Parîsê ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê, banga tevlîbûnê kir.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), ji bo meşa sibe ya li Parîsê ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê, banga tevlîbûnê kir.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), ji bo meşa sibe ya li Parîsê ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê, banga tevlîbûnê kir. NAV-DEM'ê bang li raya giştî ya cîhanê jî kir ku li hemberî komkujiyên li Kurdistanê bikeve nava tevgerê.
Di daxuyaniya nivîskî ya NAV-DEM'ê de hat gotin, "Di salvegera sêyemîn a Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an de, em her sê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên bi êrîşeke li dijî mirovahiyê hatin qetilkirin, bi rêzdarî bibîr tînin."
'EM BÊDENGIYA FRANSAYÊ Û QETLÎAMKERAN BI HÊRSEKE MEZIN ŞERMERZAR DIKIN'
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku ji bo aşkerekirina kujerên komkujiya Parîsê ev sê sal in çalakiyên edaletê tên lidarxistin, tevî vê yekê jî rayedarên Fransayê gaveke şênber neavêtine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bêdengiya Fransayê û qetlîamkeran bi hêrseke mezin şermezar dikin" û bal hat kişandin ser înfazên li Silopiyayê hat kirin.
'SÊ JIN LI SILOPIYAYÊ BI NAMERDÎ HATIN ÎNFAZKIRIN'
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Mîna her sê jinên li Parîsê hatin qetilkirin, yên bi îşkence, çek û mirinê bersivê didin daxwazên gelê Kurd ên azadî, wekhevî û demokrasiyê, di salvegera komkujiyê de li Silopiyayê bi namerdî sê siyasetmedarên jin Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Ûyar qetil kirin."
NAV-DEM'ê ragihand ku ev her sê siyasetmedarên Kurd mîna her sê hevrêyên xwe yên li Parîsê hatin qetilkirin, ji bo azadiya jinê û gelê Kurdistanê têkoşîna wekhevî û demokrasiyê dimeşandin û got, "Tevgera Jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê re îro ji tevahiya cîhanê re bûye mînak. Êrîş û tirsa serdestan ji ber vê yekê ye."
BANGA LI RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser polîtîkayên qetlîamker û barbar ên dewleta Tirk û hat destnîşankirin ku gelê Kured li hemberî van polîtîkayan li ber xwe dide.
NAV-DEM'ê bang li Ewropa, DYA, Rûsya û tevahiya raya giştî ya cîhanê kir, ku dawî li vê bêdengiyê bînin, li dijî Tirkiyeyê bikevin nava tevgerê û bang li gelê Kurd jî kir ku bi berpirsyarî û hişyarî tevbigere.
'EM BI XURTÎ TEVLÎ MEŞA 9'Ê ÇILEYÊ BIBIN'
Daxuyanî bi vê bangê bi dawî bû: Em bang li tevahiya dostên xwe, hêzên şoreşger, jin û gelê Kurd dikin ku di 9'ê Çileyê de beşdarî meşa navendî ya ji aliyê Tevgear Jinên Kurd ve li Parîsê tê organîzekirin bibin. Girîng e bi deh hezaran kes bi xurtî, bîr û baweriyê wê rojê biherikin Parîsê."