'Em bi ruhê 14'ê Tîrmehê bi ser faşîzmê ve bimeşin'

Komîteya Rêveber a PKK'ê: Dem dema xemilîna bi ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê ye. Di rêya Kemal û Hayriyan de dema rêxistinbûyîn û çûyîna bi ser dijmin ve ye. Serketin wê ya gelên me û berxwedêran be."

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û şehîdên vê berxwedana mezin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hin çalakî hene, dîrokê dinivîsînin. Hin bûyer û leheng hene, rêveçûna dîrokê diyar dikin. Di dîroka me de jî pêngava 14'ê Tîrmehê çalakiyeke bi vî rengî ye. Girîngî û mezinahiya xwe, bi şert û mercên xwe yên dîrokî ve eleqedar e. Cûntaya faşîst a 12'ê Îlonê her der ser û bin kiribû, hemû hêzên berxwedanê ji hev xistibû, Tirkiye û Kurdistan xistibû nava tarîtiyê. Êrîş gelekî giran û berfireh bû. Dixwestin, Kurdistana hewl da ji nû ve rabe ser xwe, careke din di nava betonê de, di nava tarîtiyê de bifetisîne."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku wê demê piraniya kadro û milîtanên PKK'ê hatin girtin, li zîndanan hatin bicihkirin û hat gotin, "Generalên faşîst ên li derve bi êrîşeke bêsînor civak bêdeng kiribûn, berê xwe dan zîndanan. Li ser navê çep, sosyalîst û Kurdîtiyê çi hebe, xwestin ji holê rakin. Ji bo vê yekê pêk bînin jî serî li rê û rêbazên hovane yên îşkenceyê dan, ku nedihat bîra kesî. Girtî bi rengekî bêparastin li zîndanê girtibûn. Ji ber ku welat û civak bi temamî di nava lepên xwe de eciqandibûn, gelekî ji xwe bawer bûn. Ji ber ku ti astengî li pêşiya xwe nedîtin, ji xwe bawer bûn ku wê li zîndanan jî encama dixwazin bi dest bixin.

Hemû nirxên însanî binpê dikirin û qanûnên xwe yên faşîst-leşkerî jî nas nedikirin. Polîtîkayên bênasname hiştin, ferzkirina xiyanetê û îtirafkariyê, bi rengekî bê sînor dimeşandin. Feryada bi hezaran mirovan, li bin guhê dîwarên beton diket û di nava valahiyê de winda dibû. Li ber rabûn, berxwedan bê encam diman. Zîndana Amedê, ji bo şoreşger û mirovbûnê veguherîbû qadeke mezin a îmtihanê. Li aliyekî hêza herî mezin a neheq, zordar û paşverû, li aliyê din jî tevgereke şoreşger a herî mafdar hebû. Lê belê di nava şert û mercên herî neheq ên dîrokê de hatibûn hemberî hev. Ji bilî bedena wan, ti çekek di destê girtiyan de tinebû."

Komîteya Rêveber a PKK'ê da xuyakirin, ku ji bo şikandina vê hovîtî û xiyanetê, Mazlûm Dogan di 21'ê Adara 1982'an de jiyana xwe feda kir û wiha dewam kir: "Piştre di 18'ê Gulanê de Çaran bedena xwe dan ber agir. Li ser hev, derbên dîrokî li faşîzm û xiyanetê dihat xistin. Derba dawî û ya mirinê jî di 14'ê Tîrmehê de bi Rojiya Mirinê lê hat xistin. Careke din îspat bû ku vîna mirovan têk naçe. M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di 14'ê Tîrmehê de rojiya mirinê dan destpêkirin. Ji bo mirina herî giran, ji bo helandina roj bi roj, saet bi saet gotin ser seran ser çavan."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku di şexsê Hayrî û Kemalan de vîna şoreşger di asta herî bilind de hat nîşandan, xiyanet û faşîzm hat têkbirin, destûr nehat dayîn ku Kurdistan û şoreş ji holê bê rakirin û derb li zordarî û xiyanetê hat xistin.

Daxuyaniya PKK'ê wiha dewam kir: "Ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê pêl bi pêl li Kurdistanê belav bû û veguherî vîneke şoreşger a teslîm anyê girtin û berxwedaneke têk naçe. Hikûmetên Tirk ên nîjadperest, îro jî heman armancên xwe yên faşîst û tinekirinê li ser gelê Kurdistanê ferz dikin. Xuya ye ders ji dîrokê dernexistine. Vîna Apoyî ya ku di tarîtî û zîndanên 12'ê Îlonê de nekarîbû teslîm bê girtin, bi tecrûbe û berxwedana çil salan hatiye xemilandin. Bi ti awayî nikarin gelê Kurd û PKK ên xwedî vê vînê ne, teslîm bigirin.

Rêxistinbûn û berxwedana gelê Kurdistanê îro li çar parçeyan belav bûye, bi mîlyonan mirov, jin, mêr bi xurtî hişyar bûne û li ber xwe didin. Eger hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê karibe tevlî vê berxwedanê were kirin, wê hikûmeta AKP'ê û kevneşopiya dewleta Tirk a nîjadperest ji holê rabin. Dem dema xemilîna bi ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê ye. Di rêya Kemal û Hayriyan de dema rêxistinbûyîn û çûyîna bi ser dijmin ve ye. Serketin wê ya gelên me û berxwedêran be."