Welatiyê bi navê Îdrîs Eltîmûr ku li Hezexê di encama êrîşên hêzên dewletê de hat qetilkirin, li bajaroka Findik ê navçeya Basa ya Şirnexê ji aliyê hezaran kesî ve di nava tilîliyan de hat oxirkirin.
Li navçeya Hezex a Şirnexê ku êrîş û komkujiên hêzên dewletê bi hovitiyan ve berdewam dike, welatiyê bi navê Îdrîs Eltîmûr bi 8 hevalên xwe re hat qetilkirin. Cenazeya Eltîmûr piştî karên otopsiyê ji aliyê malbata wî û nûnerên saziya MEYA-DER’ê ve hat wergirtin û ji bo defnkirinê ber bi bajarokê Findik ê navçeya Basa ya Şirnexê ve ketin rê. Li bajaroka Findikê, cenazeyê Eltîmûr bi çepikan û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin û ji bo wecîbeyên olî bi meşekê girseyî ber bi mizgefta bajarokê ve hate birin.
Piştre jî bi hezaran welatî cenazeyê Eltîmûr ber bi goristana bajarokê ve birin. Di meşê de tilîliyên jinan li çiyayan veda û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Hezexê” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Piştî meşê, cenazeyê Eltîmur hat defnkirin.