'Divê tecrîda li ser Rêberê me derhal bê rakirin'

Dayikên Aştiyê fikarên xwe yên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman û ji bo rakirina tecrîdê û pêkanîna aştiyê xwestin, hêzên demokratîk bikevin nava tevgerê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, ti agahî ji wî nayê wergirtin. Ji ber vê yekê, hêz û derdorên demokratîk ji tenduristiya Ocalan bi fikar in.

Dayika Aştiyê Sûltan Koyûn da xuyakirin, ku tecrîda şidandî ya li ser Ocalan parçeyek ji polîtîkayka şer a AKP'ê ye û got, "AKP û dewleta Tirk, ji ber ku nikarin xwe li destketiyên Kurdan rabigirin, bi tecrîda li ser Birêz Ocalan re dixwaze destketiyên gelê Kurd ji holê rakin. Haya desthilatdariya AKP'ê û Tayyîp Erdogan jê heye, ku 40 mîlyon Kurd li ser şopa Birêz Ocalan dimeşin. Ji ber vê yekê dixwaz Kurdan ji doza wan a mafdar vegerîne. Lewma çeteyên mîna DAIŞ'ê bi kar anî, gund şewitand, bajar şewitand, zîndan dagirt, hevşaredarên bi vîna gel hatin hilbijartin girt an jî ji wezîfeyê girt, destnedana parlamenteran rakir. Lê ti ji van bi ser neket û jê nehat vîna gelê Kurd teslîm bigire."

'EGER TECRÎD BÊ RAKIRIN WÊ ŞER BIQEDE'

Koyûn bibîr xist, ku Ocalan zêdeyî saleke di nava tecrîda şidandî de ye û ev 5 sal in nikare parêzerên xwe bibîne. Koyûn tirs û fikara xwe ya li ser vê rewşê anî ziman û got, "Em dizanin, di şexsê Rêberê me de tecrîd li ser gelê Kurd tê meşandin. Eger hevdîtinên bi Rêbertî re dewam bikira, ev şer ewçend giran nedibû, ewqas mirov nedimirin. Rêberê me ji roja destpêkê ya vê dozê ve ji bo aştî û wekheviyê ket nava hewldanan. Em ê jî heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ser şopa Rêberê xwe bikin."

YEKANE TIŞTA VÊ XWÎNA RIJIYA YE PAQIJ BIKE, AŞTÎ YE

Koyûn Erdogan û desthilatdariya AKP'ê şiband pisîka cih lê teng bûye û got, "Tê zanîn, dema cih li pisîkekê teng dibe, çiqasî dibe êrîşkar. AKP û Erdogan ku li ber qedandinê ne, ewçend êrîşkar bûn û welat gihand cihekî. Ev gel perîşan kir, bê cih û war, bê mal hişt. Di rewşeke bi vî rengî de, ji ber hesabên xwe yên hilbijartinê welatîbûnê dide Sûriyeyiyan û biryar daye li TOKI'yan bi cih bike. Ji Erdogan û AKP'ê heye ku wê bi hesabê bi vî rengî yên rojane xwe xilas bike; çi dikin bila bikin, di dawiya dawî de wê neçar bimîne bi Kurdan û Rêbertî re li dora maseya muzakereyê rûnê. Xwîn bi xwînê nayê paqij kirin. Yekane tişta xwînê paqij bike, aştî ye. Ji ber vê yekê divê derhal tecrîda li ser Rêbertî were rakirin, pêşî li muzakereyan bê vekirin û rewşeke aştiyane bê afirandin."

AKP/QESR NIKARE VÎNA GELÊ KURD TESLÎM BIGIRE

Dayika Aştiyê Hîdayet Ay jî ragihand, sedema bingehîn a zilma li gelê Kurd tê kirin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Desthilatdariya AKP'ê ya dixwaze vîna Kurdan teslîm bigire, hewl dide têkiliya gelê Kurd bi Rêberê Gelê Kurd re bibire. Li aliyê din jî li Kurdistanê şer li hemberî her kesî û her tiştî îlan kiriye. Desthilatdariya AKP'ê ya ku di çarçoveya van polîtîkayan de timî êrîşî mirovan û xwezayê dike, niha jî êrîşî goristanan dike. Lê belê tevî vê hovîtiya xwe jî nikarîbû bi ser bikeve. Erdogan ê dîktator, ku li hemberî gelê Kurd her êrîşkar û xedar dibe, dawiya wî wê bibe mîna ya Saddam, Kaddafî û dîktatorên din. Lewma yê winda bike wê AKP be, yê qezenç bike wê gelê Kurd be. Li ser vê bingehê bang li hemû Kurdan dikim ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertî, bikeve nava tevgerê."

...