'Divê Erdogan li dadgehên navneteweyî bê darizandin'
Parêzerên ji Başûrê Kurdistanê: Erdogan mîna Hîtler û Saddam jenosîdê pêk tîne. Lewma divê li dadgehên navneteweyî were darizandin. Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî bi bêdengiyê re dibin şirîkê vî sûcî.
HALÎT ERMÎŞ
SILÊMANIYE / ANF
în, 8 rêbendanê 2016, 09:20
Parêzerên ji Başûrê Kurdistanê: Erdogan mîna Hîtler û Saddam jenosîdê pêk tîne. Lewma divê li dadgehên navneteweyî were darizandin. Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî bi bêdengiyê re dibin şirîkê vî sûcî.
Parêzerên ji Başûrê Kurdistanê Êrîş Şemzîn, Azad Dostkî û Mihemed Seîd diyar kirin, ku ya dewleat Tirk li Bakurê Kurdistanê dike, bi awayekî vekirî komkujî ye. Parêzeran dan xuyakirin ku cîhan bi taybetî jî Neteweyên Yekbûyî (NY) bi vê bêdengiya xwe re bûne şirîkê van komkujiyan.
'YA KU TÊ KIRIN QIRKIRIN E'
Parêzer Êrîş Şemzîn da zanîn, ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê qirkirinê dike û got, "Mafê Kurdan heye ku li hemberî vê yekê bi her awayî têbikoş e. Daxwaza jiyana xweser, mafê herî xwezayî ye. Ji xwe Kurd eger bixwazin dikarin ji dewletê veqet in. Dikare bi awayekî konfederal bijîn."
Şemzîn da xuyakirin, ku dewleta Tirk hewce nabîne komkujiyên dike veşêre û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ya ku ew dimeşînin şerekî bêpîvan e. Ti nirxên exlaqî û însanî nas nakin. Bêyî jin, zarok û extiyaran bibînin yekser oeprasyona tinekirinê dane destpêkirin. Bi medyayê re manîpule dikin û hewl didin vê rewa nîşan bidin. Bêdengiya saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û NY, nayê qebûlkirin. Pêwîste tavilê dest li vê rewşê werdin, ji ber ku bi awayekî vekirî sûc tê kirin."
'MAFÊ DIYARKIRINA ÇARENÛSA XWE MAFÊ HERÎ REWA YÊ KURDAN E'
Parêzer Azad Dostkî da xuyakirin, ku destûra bingehîn ji bo mafên aborî, ciavkî û siyasî yên kes û civakê li hemberî dewletê biparêzin heye û got, "Pêkanînên li Bakurê Kurdistanê li ti sîstema hiqûqê ya cîhanê nîne. Tevahiya mafên mirovan hatine binpêkirin. Ev pêkanîn li her derê cîhanê sûcê li dijî mirovahiyê ye."
Dostkî ragihand ku mafê diyarkirina çarenûsa xwe mafê herî xwezayî yê civakekê ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Kurd bixwazin dikarin di nava dewletê de, dikarin di nava konfederasyonê de yan jî dikarin di nava sîstmeke xweser de bijîn. Kurd daxwaza sîstemeke ku dikare xwe pê bi rê ve bibin, dikin. Ji aliyê îdarî ve vê yekê weke xweseriyê pênase dikin. Li gorî peymanên navneteweyî mafekî bi vî rengî heye. Ji xwe Tirkiyeyê şertê xweseriyê yê rêveberiyên herêmî yê Yekîtiya Ewropayê qebûl kiriye. Vê yekê jî bi cih nîne. Dema Kurd daxwaza xweseriyê dikin, bi rêbazên li dijî mirovahiyê rastî êrîşê tên. Navê vê yekê bi awayekî vekirî jenosîd e."
'DIVÊ ERDOGAN LI DADGEHÊN NAVNETEWEYÎ WERE DARIZANDIN'
Parêzer Mihemed Seîd anî ziman ku Serokkomarê Tirkiyeyê R. Tayyîp Erdogan, bi komkujiyên li hemberî Kurdan dike re ti cudahiya xwe ji Saddam û Hîtler nîne û got, "Bi tenê cudahiyek di navbera wan de heye. Wan qebûl dikirin ku ew dîktator in. Erdogan îdîa dike ku ew ne dîktator e, lê heman qirkirinê dike."
Seîd diyar kir ku Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê û tevahiya cîhanê bi têrkerî li dijî qirkirina li Bakurê Kurdistanê tê kirin derneketine û axaftina xwe wiha dewam kir: "Divê her kes hewl bide dengê Kurdan bi cîhanê re bide bihîstin. Ji ber ku ya li Tirkiyeyê diqewime ne tenê binpêkirina destûra bingehîn an jî binpêkirina mafên mirovan e. Komkujiyek e. Lê di vir de tişta herî zêde balê dikişîne bêdengî ye. Halbûkî divê her kes li her derê li dijî vê hovîtiyê bisekine. Eger bi rastî jî li cîhanê edaletek, hiqûqek heye, hingî divê Erdogan ji ber vê wehşetê li dadgehên navneteweyî were darizandin û cezakirin."