'Divê em li dijî polîtîkayên faşîst ên dewletê li ber xwe bidin'

Serokê Komeleya Pîr Sûltan Abdal Şaxê Amedê Cafer Kolûman, ji bo berxwedana li Teroyan a li dijî çêkirina kampa AFAD'ê, banga piştgiriyê kir û diyar kir, divê Elewî heta dawiyê li dijî polîtîkayên faşîst têbikoşin.

Serokê Komeleya Pîr Sûltan Abdal Şaxê Amedê Cafer Kolûman, ji bo berxwedana li Teroyan a li dijî çêkirina kampa AFAD'ê, banga piştgiriyê kir û diyar kir, divê Elewî heta dawiyê li dijî polîtîkayên faşîst têbikoşin.

Kolûman têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî.

'MEREŞ TIMÎ ÊŞÊ TÎNE BÎRA ME'

Kolûman da xuyakirin, ku hewldanên çêkirina kampê li herêma Elewiyan, ji pêvajoya heyî ya siyasî cuda nîne û got, "Ev hewldana kampê, parçeyek ji polîtîkaya asîmîlasyonê ye. Mereş timî êşê tînê bîra me. Mereş birîneke hînê xwîn jê tê ye. Tevî ku 38 sal di ser re derbas bûye jî hînê ev komkujî nehatiye ronîkirin. Em dixwazin bibînin û fêm bikin ku yên vê kampê çêdikin 'niyeta xwe baş e'. Weke civaka Elewî em ji vê biguman in. Ji ber ku em vê yekê weke dewama polîtîkaya sala 1978'an dibînin."

Kolûman da xuyakirin, ku penaberî mafek e, xwedîderketina li penaberan girîng e û got, "Em ne li dijî vê ne. Em li dij wê polîtîkayê ne ku di bin navê penaberan de eçeteyên DAIŞ û El Nûsra ji bo guhertina demografiya herêmê bên bicihkirin e."

'EM NERAZÎBÛNEKE DEMOKRATÎK NÎŞAN DIDIN'

Kolûman destnîşan kir, ku ji bo Sûriyeyiyan, herêma Elewiyan a li Mereşê bi zanebûn hatiye hilbijartin û got, "Eger bi rastî jî niyeta we baş e, hingî gelek herêmên Mereşê hene, ku li gorî baweriya penaberan jî guncaw e, dikarin li wir bên bicihkirin. Lê belê bicihkirina van Sûriyeyiyan li herêma girseya Elewî, niyeta we bi zelalî radixe pêş çavan. Ji bo em li dijî vê niyetê nerazîbûneke demokratîk nîşan bidin, ji 23'ê Adarê û vir ve çalakiya me dewam dike, wê dewam bike."

'EM Ê LI DIJÎ VÊ ZÎHNIYETÊ TÊBIKOŞIN'

Kolûman bal kişand ser berxwedana li dijî van polîtîkayên faşîst û banga xwedîderketina pêvajoyê li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir. Kolûman got, "Li vî welatî çand, baweriya me ji hev cuda jî bin, ev welat ne ya rêveberan bi tenê ye. Em Elewî cuda bifikirin jî nirxên me yên bi gelên Kurdistan û Tirkiyeyê re yek in. Lewma divê em li dora van nirxan bicivin û li dijî polîtîkayên faşîst ên dewletê bi serbilindî têbikoşin û polîtîkayên dewletê pûç bikin."

...