'Di têkoşîna azadiya jinê de cihgirtina li gel jinê pêwîst e'
Gerîlayen HPG'ê, li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nêrînên xwe ji ANF'ê re vegotin.
Gerîlayen HPG'ê, li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nêrînên xwe ji ANF'ê re vegotin.
Di rojek weke 8'ê Adarê de ne tenê jin hestê xwe tînin ser ziman, di heman demê de gerîlayên HPG'ê Şivan Xelîl, Erdal Dep, Egîd Bîrhat Nûcan ên ji bo azadiyê têdikoşin, hest û ramanên xwe li ser vê rojê anîn ziman.
Her sê şervanên azadiyê di destpêka axaftina xwe de, 8'ê Adarê li hemû jinên kedkar ên cîhanê, di heman demê de li jinên berxwedêr ên li hember zihniyeta serdest a zilam têdikoşin, pîroz kirin.
'HOVÎTIYA MÊRPEREST NE TENÊ JINÊ TINE DIKE, HEMÛ MIROVAHIYÊ TINE DIKE'
Şivan Xelîl di destpêka axaftina xwe de qala wateya 8'ê Adarê kir û got "8'ê Adarê, rojek sembol e ku di encama êrîşên hovane yên li hemberî jinê de hatiye nîqaşkirin. Her çendî li ser esasê bûyerekê ev roj hatibe destpêkirin jî, lê ji destpêka avabûna şaristaniyan heya roja me ya îro êrîşên mêrperest ên li hemberî jinê hatine kirin, îfade dike. Her wiha li beramberî hovîtî û deshilatdariya mêrperest roja tekoşîna giştî ye. Weke rojeke bi êş bi bîranîna xwe bi wate ye lê ya bi watedartir li beranberî zilam têkoşîn bilind kirin û bendên azadiyê xurt kirine. Ji bo qadên azad yên jiyanê ava bikin."
Xelîl axaftina wiha dewam kir, "Ev jiyan gav bi gav di rastiya ku bi pelên azadiyê ve hûnand. Di oxira jiyaneke azad û bi wate de temsîlkirina îradeya jinê bê dawî ye. Ev rastî di kesayeta Zîlan, Bêrîtan, Sakîne û Arîn'an de bi sedan car xwe raber kiriye. Li hember zîhniyeta mêrperest a li hemberî jinê têkoşîneke bêhempa hatiye meşandin. Ev yek vîn û îsyana jinê ya dîrokî tîne ziman û bilêv dike."
Xelîl di dawiya axaftina xwe de zîhniyeta mêrperest wiha nirxand: "Di roja me de jî ev zilm û hovîtî li hemberî jinê didome. Hizir, hest û hebûna fîzîkî ya jinê tê tinekirin. Di rastiya jin de jiyan tê qetilkirin. Hovîtiya mêrperest ne tenê jinê tine dike, lê belê hemû mirovahiyê tine dike. Bi van êrîşan ve ne tenê jin mirovahî tê winda kirin. Li beramberî vê yekê têkoşîn, di têkoşîna azadiya jinê de li gel jin cihgirtin pêwîst e. Parastina jiyanê û mirovahiyê sekneke bi vî awayî pêwîste."
'AZADIYA CIVAKÊ WÊ BI AZADIYA JINÊ RE PÊK WERE'
Erdal Dep di destpêka axaftina xwe de wiha got "Ew baweriya me heye ku jin wê têkoşîna xwe roj bi roj bilind bikin. Bi hêvî û armanca azadiyê û rizgariya ji zîhniyeta baviksalarî ew ê pêk bînin. Di vê derê de wê nîşan bidin ku heya jin azad nebe ti kes nikare bêje ez azad im. Ger sîstema kapîtalîst îro azadiya civakê di kesayeta jinê de xistiye bin kontrola xwe û daye ber kendalan, her wiha wê azadiya civakê jî di kesayeta jinê de pêk were. Ji xwe jin bi têkoşîna xwe îro ji hemû cîhanê vê rastiyê re destnîşan dike"."
Erdal axaftina xwe wiha dewam kir "Em hemû jî dişopînin xebat û tevgera jin ji bona azadiya wê di hemû cîhanê de bidome. Bi taybet li her çar parçeyên Kurdistanê di serî de li Rojava îro jî li Bakur, roj bi roj berfirehtir dibin. Ji xwe yên destpêkê li Rojava li hember çeteyên Daiş'ê ketin çeperan û heya dilopa xwîna xwe ya dawî jî şer kir. Bi serekî bilind bûne û bûne sembol. Ji ber wê jî ger em berê xwe bidin rewşa jin a beriya sih salan û niha lê binêrê mirov pêşketinên pir mezin û bi nirx dibîne. Ev heza jinê ji xwe û ji nişka ve derneket holê. Ji berê ve ji dema neolotîkê jî, jin xwedîtî ji wê hêza xwe ya azadî û rêxistinî kiriye. Di wê demê de jî, jin li hemû hebûnan weke zindiyekî dinêre lê belê ev rewşa zihniyeta deshiladar a zilam de berevajî bû."
Erdal li ser wateya 8'ê Adarê wiha axivî; "Her 8'ê Adarê em gul ji bona hevalên jin dibin lê ya girîng ne ew e, ya girîng ew e ku em çawa digirin dest ango em bi dayîna gulan re em di xwe da guhertin didin çêkirin an na . Divê em van fikirandinên xwe vegerînin pratîkê. Ji bona ku em hemû bi hevdu re dîrokê ji nû ve vegerînên ser cewher û koka xwe."
'GELEK HEVALÊN ME MÎNA ŞEHÎD SARA, HER ROJ KIRIN 8'Ê ADARÊ'
Egîd Bîrhat Nûcan jî bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir; "Bê guman çawa ku li şîkagoyê jinan ev roj ji bona jinan kir sembol, di nava tevgera me de jî ev tişt derbasdare. Gelek hevalên me yên jin ên mîna şehîd Sara bi têkoşîna xwe ya pîroz ne tenê 8'ê Adarê, lê belê hemû roj kirin malê jinê. Ji xwe êrîşên ku îro sîstem arastayî jinê dike hemû vê rastiyê îsbat dikin 'heya ku jin azad nebe civak azad nabe' ev jî gotina Rêber APO ye. Dema ku Rêbertî dibêje azadiya civakê di azadiya jinê de derbas dibe. Ev tê wateya ku xebatên azadiya jinê û têkoşîna pêkanîna wê xebateke ku dikeve ser milê tevahî civakê."
Nûcan axaftina xwe wiha dewam kir, "Azadiya jinê bûyerekî civakî ye. Ji ber wê em weke hevalên hevrê Sara'yan divê em erkên xwe yên li hember dîrokê bi rêzdarî û merdî pêk bînin. Di serî de jî guhertin û veguhertina zihniyeta ku bi hezar salane azadiya jin bi sînor dike."
Nûcan der barê keda Rêber APO de wiha axaftina xwe bi dawî kir "Ev hemû berhemên keda Rêber APO di der barê veguhertina civakê û berê wê dayîna azadiya wê ya ebedî ye. Ji ber wê sedemê jî ez careke din bejna xwe li ber hemû şehîdên jin ên azadiyê ditewînin û ez dibêjim 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz be. Bi taybet ji bona hevalên me yen di nava tekoşînê de."