Di şerê Sûrê de gelek leşker û polîs hatin kuştin
Hat diyar kirin ku di şerê li navçeya Sûrê ya Amedê ya tevahiya rojê berdewam kir de, gelek leşker û polîs hatin kuştin.
Hat diyar kirin ku di şerê li navçeya Sûrê ya Amedê ya tevahiya rojê berdewam kir de, gelek leşker û polîs hatin kuştin.
Hat diyar kirin ku di şerê li navçeya Sûrê ya Amedê ya tevahiya rojê berdewam kir de, gelek leşker û polîs hatin kuştin.
Qedexeya derketina kolana û terora dewleta Tirk a li ser navçeya Sûr a Amedê di roja 40. de şerên dijwar rû didin. Li gel êrîşên hêzên dewleta Tirk Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bersivên xurt didin. Hat ragihandin ku di tevahî şerên li navçeya Sûrê yên li deverên cuda cuda de gelek windahiyên leşker û polîsên Tirk hene.
Yek ji cihên ku şer lê herî dijwar derdora Mizgefta dîrokî ya Kûşûnlû ye. Şer ji saetên serê sibehê destpêkir û heta saetên şevê jî berdewam dike. Li gorî agahiyên ji rêveberan hatin girtin, di şerê saet nêzî 14:00’an li derdora kolanan Yikikaya ya nêzî Mizgefta Kûrşûnlûyê, polîsek û çawîşek pispor hat kuştin û 14 polîs û leşkerên Tirk birîndar bûn. Lê, li gorî agahiyên me ji çavkaniyên herêmî bi destxistin, di encama şer û pevçûnên dijwar de windahiyên polîs û leşkerên Tirkan hê zêdetir in.
Hat diyarkirin ku di şerê li derdora Mizgefta Kûşûnlûyê rû dayî de 11 tîmên taybet ên Tirk hatine kuştin û gelek birîndarên wan jî hene. Cenazeyên hinek polîsên hatin kuştin hê jî li cihên şer mane.
Yek ji cihê din ê ku şer di navbera hêzên dewleta Tirk û Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de dijwar bû, derdora Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf e. Hat xuyakirin ku hêzên dewleta Tirk ên ku xwestin di cihên cuda cuda yê dibistana Seretayî re derbasî taxan bibin, rastî besivdayînek xurt a YPS’ê hatin. Hat diyarkirin ku di encama şerê li vir derket de 6 polîs û leşkerên Tirk hatin kuştin.
Dîsa li derdora Sûka Mast a taxa Savaş hêzên dewletê yên ku xwestin bikevin taxan, di navbera wan û YPS’ê de şer derket û di şer de hat diyarkirin ku kuştî û birîndarên hêzên dewletê hene. Lê, têkildarî hêjmara kuştî û birîndaran de ti agahî nehatin bidestxistin. Li navçeya Sûrê ya ku tevahiya rojê şer lê dijwar bû, hatin û çûyina ambûlansan pir tê dîtin.
Hat ragihandin ku di şerê tevahiya rojê de 3 YPS’yî bi sivikî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku li taxên şer lê dijwar bûne de bi tankan û bombavêjan ketober mal tên gulebarandin, di piraniya malên ku bûn hedefa guleyan de şewat derketin.
Îro jî hat dîtin ku sewqiyata tankên bi palet çêbûn.