Di pêşengtiya jinan de li Lorîent, Parîs, Les Mûreaûx û Den Haag çalakiyên dagirkirinê
Kurdistaniyên li bajarê Den Haag ê Hollanda û bajarê Lorîent û paytext Parîs a Fransayê, bi armanca balkişandina ser terora dewlet Tirk a li ser Kurdistanê çalakî li dar xistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYA
sêşem, 5 rêbendanê 2016, 18:46
Kurdistaniyên li bajarê Den Haag ê Hollanda û bajarê Lorîent û paytext Parîs a Fransayê, bi armanca balkişandina ser terora dewlet Tirk a li ser Kurdistanê çalakî li dar xistin.
LORÎENT
Li bajarê Lorîent ê Fransayê bi armanca protestokirina bêdengbûna welatên Rojava li hember terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê avahiya şeredariyê û buroyên rojnameyan hatin dagirkirin.
Li Lorîentê çalakiya dagirkirinê ji aliyê Însiyatîfa Jinan a Zîn ve hat organîzekirin, Kurdistaniyên li bajarê Lorîent û Vannesê jî beşdar bûn. Kurdistanî saet 14:00’an ketin avahiya şaredariyê ya Lorîentê, ji bo balkişandina ser qetlîamên li Kurdistanê dowîzên qetlîaman şermezar dikin hilgirtin û li hember qetlîaman banga hestiyarbûnê hat kirin.
Serokê Şaredariyê Lorîent Norbert Mertaîrîe ket dewreyê, bi heyeta Kurdistaniyan re hevdîtinek pêk anî û têkildarî rewşa li Kurdistanê dosya girt. Serokê Şaredariyê Lorîent Norbert Metaîrîe diyar kir ku qetlîamên li Kurdistanê bifikar dişopînin û got, têkildarî dosyayê wê li gorî mercên pêwîst lêkolîn bikin.
Kurdistaniyên li bajarê Vannes û Lorîentê, bi awayekî kom çûn buroyên Ouest France û Le Telegrammeyayê, çalakiya rûniştinê ya 30 xulekan pêk anîn û bi rêveber û rojnameyê re hevdîtinek pêk anîn. Piştî hevdîtinê dosyayek pêşkêşî rêveberên rojnameyê kirin. Ti mudaxele li hember çalakiya dagirkirinê pêk nehat û bêyî bûyerek rû bide bi dawî bû.
PARÎS
Li paytexta Parîs a Fransayê jî avahiya TF1 hat dagirkirin. Endamên ACTÎT’ê jî piştgiriya çalakiyê kirin, bi rêveberên qenalê re hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de hat gotin ku divê li hember qetlîamên li Kurdistanê çapemeniya Fransa bêdeng nemîne, dosyaya ku qetlîamên li Kurdistanê tê de cih digire jî pêşkêş kirin.
LES MÛREAÛX
Li bajarê Les Mûreaûx a girêdayî herêma Normandiyayê di pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk de komek ji 50 kesan pêk dihat, Navenda Partiya Sosyalîst a Les Yvelînes dagirkirin.
Çalakî bi armanca balkişandina ser qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, bêhestiyarbûna raya giştî ya Ewropa û hêzên navneteweyî hat protestokirin. Di çalakiyê de dosyayek pêşkêşî rêveberiya Partiya Sosyalîst hat kirin, ji destpêkê ve Partiya Sosyalîst di nav de, banga hestiyariyê li hemû kesên li Fransa dijîn kirin ku li hember qetlîaman bêdeng nemînin.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haang ê Hollandayê di pêşengtiya TJK-E parlamentoya Hollanda hat dagirkirin. Di çalakiyê de çalakvanan bal kişandin ser qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê. Bêdengbûna hikûmeta Hollandayê jî hat protestokirin.