Di Pêngava Şehîdên Şîlo 12 çete hatin kuştin
Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo dewam dike. Di pêngavê de 12 çete hatin kuştin û her wiha gelek cebilxane hatin desteserkirin.
Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo dewam dike. Di pêngavê de 12 çete hatin kuştin û her wiha gelek cebilxane hatin desteserkirin.
‘Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo’ ya ku hêzên YBŞ/YJŞ’ê bi armanca rizgarkirina rojavayê Şengalê destpê kir, di roja 5’emîn de didome.
Li gor daxuyaniya Fermandariya YBŞ/YJŞ’ê; di şerê 4’emîn roja pêngava tolhildanê de 12 çete hatin kuştin. Hate hînbûn ku cenazeyên 9 çeteyan di dest YBŞ/YJŞ’ê de ne.
Di operasyona dewam dike de cebilxaneyên hatin desteserkirin wiha hatin rêzkirin:
2 BKC û 3 xelekên wan
1 B-7 û 8 roketên wan
5 kleş û qutiyek guleyên wê