Di nobeda berxwedanê de panela xwerêveberiyê

Nobeda berxwedanê ya Meşvanên Botanê ya li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê di roja 4. de ye. Di çalakiyê de bi beşdariya Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Demîr Çelîk panela "xwerêveberî û xweseriya demokratîk" hat lidarxistin.

Nobeda berxwedanê ya Meşvanên Botanê ya li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê di roja 4. de ye. Beşdarên nobeda berxwedanê, çalakiya xwe bi xebatên perwerdeyê didomînin. Di çalakiyê de bi tevlîbûna endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Demîr Çelîk panela "xwerêveberî û xweseriya demokratîk" hat lidarxistin. Panel bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Çelîk da xuyakirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti carî sîstema dewletî qebûl nekiriye, sîstemeke bê dewlet afirandiye û dixwaze vê yekê bi gel re pêk bîne. 

Çelîk da zanîn, ku tevî polîtîkayên înkar û tinekirinê yên dewletê jî gelê Kurd ji bo rêvebirina xwe bi xwe têdikoşe û di vî warî de bal kişand ser têkoşîna destanî ya li Nisêbîn, Silopiya, Sûr û Cizîrê. Demîr diyar kir, ku xwerêveberî mafê herî xwezayî yê hemû gelan e û anî ziman ku ev maf ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hatiye xespkirin. 

Panel bi pirs û bersivê dewam kir.