BI DÎMEN

Di nava agir de destaneke berxwedanê

Şopên komkujî û berxwedana destanî ya li Cizîrê roj bi roj eşkere dibin. Jiyana mirovên li jêrzemînên wehşetê bi saxî hatin şewitandin, vediguherin destanê. Yek ji van Sakîne Şîray e.

Endama DEM-GENÇ'ê Sakîne Şîray a li jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê bi saxî hat şewitandin, derket holê di dema şewitandina jêrzemînê de hevala xwe Berjîn Demîrkaya hembêz kiribû û bi vî rengî herduyan jiyana xwe ji dest dan. Xwendekara Zanîngehê Sakîne Şîray ku navê Sakîne Cansiz lê hatibû kirin, di teqîna li Enqereyê de jî birîndar bûbû.

Şopên komkujî û berxwedana destanî ya li Cizîrê roj bi roj eşkere dibin. Jiyana mirovên li jêrzemînên wehşetê bi saxî hatin şewitandin, vediguherin destanê. 

Xwendekara Zanîngehê Sakîne Şîray ku ji bo dermankirina birîndaran hatibû Cizîrê, di nava demeke kurt de cihekî mezin di dilê gelê Cizîrê de girt. Kalê wê Gurî Şîray ê li nava refên PKK'ê jiyana xwe ji dest da, navê Sakîne Cansiz li neviya xwe kiribû. Sakîne Şîray a li nava malbateke welatparêz a Botanê mezin bû, ji ber ku keça bi tenê ya malbatê bû, gelekî jê dihat hezkirin. Bav Abdûrrahman Şîray da xuyakirin, ku ew bi keça xwe serbilind e, ji ber ku jiyaneke bi rûmet hilbijartiye.

NAVÊ SAKÎNE CANSIZ LÊ HAT KIRIN

Bav Abdûrrahman Şîray da xuyakirin, navê yek ji endamên damezrîner ên PKK'ê Sakîne Cansiz li keça wî hatiye kirin û got, "Sakîne keça tekane ya malê bû, lewma cihê wê gelekî cuda bû. Ji ber ku em malbateke koçer in, me Sakîne da xwendin. Li Zanîngeha Celal Bayer a Manîsaye beşa hemşîretiyê dixwend. Sakîne ji nêz ve jiyana kalê xwe Gurî Şîray ê şehîd ket dizanîbû. Ji ber ku hîn di zarokatiya xwe de dipirsî 'çima kalê wê tevlî refên PKK'ê bûye, çima ketiye girtîgehê, çima şehîd ketiye'. Bi vî rengî dixwest rastiyan zanibe. Hîn bûbû ku kalê wê navê Sakîne Cansiz a di girtîgehê de nas kiribû, lê kiriye."

LI ZOZANÊN BOTANÊ WEKE KOÇEREKÊ MEZIN BÛ

Bav Şîray anî ziman ku wan li zozanên Botanê bi çanda koçertiyê Sakîne mezin kirine û ragihand, keça wî piştî kongreya DEM-GENÇ'ê ji bo piştgiriyê bide gelê Cizîrê çû Cizîrê. Bav Şîray got, "Ji ber ku em ji malbateke koçer in, di mehên havînê de di dema betlaneya dibistanê de bi me re dihat zozanan û pez didoşt. Lê tevî vê yekê jî nebû keçeke klasîk a malê. Ji rewşa polîtîk a malbatê û ji zanîngehê çanda welatparêziyê girtibû. Herî dawî ji bo tevlî kongreya DEM-GEN'ê bibe çûbû Amedê. Piştre tevî hevalên yên zanîgehê re ji bo piştgiriyê berê xw da Cizîrê. Birîndarên ji ber bomberdûmanê tedawî dikir. Bi rêya telefonê pê re diaxivîm. Her tim ji min re digot, 'divê em li ber xwe bidin' û timî moral dida min."

DI MÎTÎNGA AŞTIYÊ YA LI ENQEREYÊ DE BIRÎNDAR BÛ

Bav Şîray da zanîn, keça wî Sakîne di mîtînga aştiyê ya li Enqereyê de birîndar bû û ji bo rizgarkirina birîndarên li Cizîrê çû navçeyê û got, "Heval Sakîne tevlî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê bû û di êrîşa bombeyî de birîndar bû. Bi rojan li nexweşxaneyê ma, lê ji ber ku em li zozanan bûn, em pê nehesiyabûn. Piştî ku ji nexweşxaneyê derket, ew hat malê. Piştî 20 rojan em pê hesiyan ku birîndar bûye. Lê tevî vê yekê jî Sakîne xebatên xwe yên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bênavber meşand. Li Cizîrê gel neterikand û vîneke mezin nîşan da. Di dîroka mirovahiyê de gelek caran komkujî hatine kirni. Lê belê di sedsala 21'an de komkujiyek wehşî mîna ya Cizîrê nehatiye krin. Di şexsê berxwedana li Cizîrê de komkujiyeke gemarî kirin. Şewitandina mirovên birîndar, nayê vegotin."