Di deryaya Egeyê de qetlîam: 18 koçberan jiyana xwe ji dest dan

Keştiya koçberan a ji Dîdîmê hewl dida biçe Yewnanîstanî noqî avê bû, li gor agahiyên destpêkê 18 koçberan jiyana xwe ji dest dan.

Keştiya koçberan a ji Dîdîmê hewl dida biçe Yewnanîstanî noqî avê bû, li gor agahiyên destpêkê 18 koçberan jiyana xwe ji dest dan.

Keştiya ku koçber barkirî bû û dixwest ji navçeya Dîdîm a Aydinê derbasî Yewnanîstanê bibe, li peravên Dîdîmê noqî avê bû.

Di encam de, li gorî agahiyên destpêkê 18 koçberan jiyana xwe ji dest dan û 15 koçber jî ji aliyê tîmên ewlekariyê yên peravê hatin rizgarkirin.