Di binê berfê de du bedenên ciwan

Cenazeyên 2 ciwanên ku di şeva 4'ê Kanûnê de li Şirnexê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin, ev 4 roj in ji ber êrîş û astengiya polîs û leşkerên Tirk nikarin ji cihê lê ne bên rakirin. Cenazeyên ciwanan di binê berfê de man.

Tevî dorpêçî û terora dewletê ya li navçeyên Cizîr û Silopiyayê, li navenda Şirnexê jî dorpêçiyek nav lê nehatiye kirin heye. Cenazeyên 2 ciwanên ku di şeva 4'ê Kanûnê de li Taxa Dîcleyê ji aliyê polîsên tîmên taybet ên li avahiya Midûriyeta Bajêr a Daristanan bi cih bûbûn ve hatin qetilkirin, ev 4 roj in tevî hemû hewldanên gel jî, ji ber êrîş û astengiyên hêzên dewleta Tirk ji cihê lê hatine qetilkirin nikarin werin rakirin.

Polîsên Tirk ku nahêlin cenaze bên rakirin û bi vî rengî careke din wehşetê li her du ciwanên qetil kirine dikin, guleyan li herêma cenaze lê ne direşînin. Li bajarê ku berf lê dibare, her du bedenên ciwan di binê berfê de man. Gelê Şirnexê ji bo cenazeyan rake li Taxa Dîcleyê dest bi çalakiya nobedê kir. Ji ber vê bêhurmetiya li cenazeyên ciwanan tê kirin, malbatên siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar û ciwanê bi navê Çetîn Taşar ên hatin qetilkirin diyar kirin ku heta destûr bê dayîn cenazeyên her du ciwanan werin rakirin, ew ê jî cenazeyên xwe veneşêrin.

Gelê Şirnexê ji bo rakirina cenazeyan, jiyan sekinand. Li bajarê dikan hatin girtin, wesayît naxebitin, xwendekar naçin dibistanan. Gelê Şirnexê dixwaze cenaze tavilê ji wan re bên dayîn.

...