Dewleta Tirk topan li taxên berxwedanê yên Şirnexê dibarîne

Êrîşên desthilatdariya AKP'ê yên ji bo qirkirina Kurdan li Şirnexê dewam dikin. Ji 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan top li taxên berxwedanê tên barandin.

Li dû ragihandina "qedexeya derketina derve" ya li Şirnexê, êrîşên desthilatdariya AKP'ê yên ji bo qirkirina Kurdan bênavber dewam dikin. Tankên li derdora 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan bi cih bûn, topan li taxên Yeşîlyûrt û Gazîpaşa û li bakurê taxa Dîcleyê dibarînin.

Li aliyê din, li taxa Omerkoy a ku xendek û bend lê nînin, 'tîmên taybet' ên Tirk ji danê sibehê ve davêjin ser malan. Di dema serdegirtina malan de deriyên malan hatin şikandin. Hêzên dewleta Tirk zerarê didin malên welatiyan.