Dewleta Tirk li Geverê amadekariyeke mezin a şer dike
Li ser hemû rêyên diçin Geverê kontrolên tund tên kirin. Dibistan veguherîne biryargehên leşkerî û li ser girên bilind ên li dora navçeyê yekîneyên leşkerî yên taybet hatin bicihkirin.
Li ser hemû rêyên diçin Geverê kontrolên tund tên kirin. Dibistan veguherîne biryargehên leşkerî û li ser girên bilind ên li dora navçeyê yekîneyên leşkerî yên taybet hatin bicihkirin.
Li ser hemû rêyên diçin Geverê kontrolên tund tên kirin. Dibistan veguherîne biryargehên leşkerî û li ser girên bilind ên li dora navçeyê yekîneyên leşkerî yên taybet hatin bicihkirin. Dewleta Tirk hêzên xwe yên çekdar ên bi rî û porê dirêj, ku dişibin endamên DAIŞ'ê anîn navçeyê. Gel bi biryar e ku navçeya xwe neterikîne.
Navçeya Colemêrg Geverê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin. Di çarçoveya pêkanînên rewşa awarte de, rêyên çûn û hatina navçeyê bi maşînên leşkerî yên bi tîpa kîrpî hatine girtin û welatî di kontrola GBT de tên derbaskirin. Çûn û hatina herêmên Oremar û Doskî jî bi temamî hatiye qedexekirin. Li ser rêyên Şemzînan, Bajirgeh û gundan maşînên zirxî hatine bicihkirin û kontroleke tund tê kirin. Li navenda navçeyê jî aliyekî rê bi benda ji hesin, aliyê din jî bi xîzê li trafîkê hatine girtin. Kolana Îpekyolû jî ji serî heta dawî ji aliyê maşînên zirxî ve hatiye dorpêçkirin.
LEŞKER Û CEBILXANEYEKE ZÊDE HATIN BICIHKIRIN
Di nava 48 saetên dawî de 20 tank jî di nav de zêdeyî 200 maşînên zirxî yên bi tîpa kîrpî û Kobra û Ejder ên kamerayên termal jî li ser in, li navçeyê hatin bichkirin. Her wiha gelek tankerên petrolê, vînç a leşkerî, kepçeyên zirxî, qemyonên leşkerî jî anîn navçeyê. Maşînên zirxî bi giranî li hewşa Fermandariya Alayê ya Navçeyê û hewşa Tabûra Efeler hatin bicihkirin.
ÇEKDARÊN MÎNA YÊN DAIŞ'Ê HATIN ŞANDIN
Di nava du rojan de bi 23 otobusên zirxî yên bi plaqeya Bûrsayê, leşkerên ji bo pere şer dikin ên ji wan re Tevgera Taybet a Jendermeyan (JOH) û Tevgera Taybet a Polîsan (POH) tên gotin, anîn navçeyê. Di nava van leşker û polîsên ji bo pereyan şer dikin de kesên rî û porê wan dirêj hatin dîtin.