BI DÎMEN

Dewleta Tirk li Bernê hat protestokirin

Komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li Bernê hatin şermezarkirin. Jinên ku li stasyona trenê ya Bernê çalakiya dagirkirinê pêk anîn, bal kişandin ser terora dewleta Tirk.

Komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li Bernê hatin şermezarkirin. Jinên ku li stasyona trenê ya Bernê çalakiya dagirkirinê pêk anîn, bal kişandin ser terora dewleta Tirk.

Polîtîkaya komkujî û êrîşan a dewleta Tirk li dijî îlanên xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, li bajarê Swîsre Bernê hat şermezarkirin. Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Swîsreyê ku 3 roj in li ber stasyona trenê ya Bernê stand danîne, balê dikişînin ser komkujiyên bi destê dewletê li Kurdistanê tên kirin û îlanên xwerêveberiyan ku daxwaza rewa ya gelê Kurd de vedibêjin. Di çalakiyê de li ser mijarê belavok tên belavkirin.

Li ser banga Yekîtiya Hêzê danê êvarê gelek kes li ber stasyona trenê ya Bernê li hev civiyan û polîtîkayên komkujiyê yên dewleta Tirk şermezar kirin. Çalakgeran berxwedana gel a li Kurdistanê silav kirin.

Piştî çaakiya li ber stasyona trenê ya Bernê, komek ji jinan ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê kefen li xwe kirin û stasyona trenê dagir kirin. Jinan li nava stasyona trenê xwe li erdê dirêj kirin û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kujer Tirkiye" qîriyan. Mirovên li derdorê jî bi çepikan destek dan çalakiya jinan.

...