Detayên Newroza Amedê hatin eşkerekirin

Komîteya Amadekar têkîldarî xebatên xwe yên Newroza Amedê ya dîrokê de agahî da, destnîşan kir ku di Newrozê de wê berxwedan li pêş be.

Komîteya Amedekar a Newroza Amedê der barê xebatên Newrozê de agahî da raya giştî. 

Komîteya Amedekar a Newroza Amedê bi partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl têkîldarî Newroza wê bi şîara "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" "Rêberê Azad, Kurdistana Xweser, Tirkiyeya Demokratîk" bê pîrozkirin, li Sumerparkê daxuyanî da û têkîldarî amadekariyan agahî da. Di civînê de Seroka Komîteya Amedekar a Newroza Amedê Hafîze Îpek axivî û destpêkê bal bikaşand ser salvegera qetlîama Helepçeyê û qetlîam şermezar kir. 

Îpek anî ziman ku Newroz sembola berxwedan, serkeftin û azadiyê ye û her sal bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Îpek da zanîn ku ew ê îsal jî pîrozbahiya Newrozê di 21'ê Adarê saet 09.00-14.00'an de li Parka Newrozê bê pîrozkirin, ji bo vê yekê jî xebatên wan berdewam dike. 

AMADEKARÎ DIDOMIN

Îpek got ku ji çar aliyê cihanê ji bo Newrozê mêvan tên û eleqeyeke mezin nîşan didin, 57 balyoz û gelek nûnerên welatên Ewropayê û yên partiyên siyasî ji bo Newrozê hatine vexwendin. Îpek diyar kir ku ji Rojava, Tirkiye û Başûrê Kurdistanê jî gelek kes vexwendine û ew ji bo Newroza berxwedanê amadekariyên xwe didomînin. Îpek da zanîn ku wê têkîldarî pêvajoyê daxuyaniyên girîng bên dayîn, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder baxivin. 

Îpek got ku hunermendên wekî, Koroya Jinê ya Şehîd Mizgîn, Koma Gulên Xerzan, Mîkaîl Aslan, Orkestraya Amedê û hunermendên surprîz hebin. Îpek destnîşan kir ku li qadê 5 hezar peywirdar hebin û wê ewlehiya qadê pêk bînin û biparêzin. 

Îpek bilêv kir ku ji bo pîrozbahiyê serî li Walîtiya Amedê dane, lê heta niha bersev nehatiye dayîn, ew dixwazin Newrozê bi awayeke azad pîroz bikin.