Destûra Newroza Mêrsînê jî nehat dayîn

Li Mersînê walîtiyê ji bo Newroza 19'ê Adarê destûr neda. Berdevka Komîteya Amedakar a Newrozê Hêlîn Ergen anî ziman ku ew ê îtirazî biryarê bikin û paşde gavê navêjin.

Li Mersînê walîtiyê ji bo Newroza 19'ê Adarê  destûr neda. Berdevka Komîteya Amedakar a Newrozê Hêlîn Ergen anî ziman ku ew ê îtirazî biryarê bikin û paşde gavê navêjin. Li Kadîfekaleyê jî polîsan qada Newrozê dorpêç kirin û destûr nedan welatî bên û biçin.

Serlêdana  ji bo pîrozbahiya Newrozê ya ku li Mersînê 19'ê Adarê li Qada Tirmilê wê bihata pîrozkirin ji aliyê walîtiyê ve hat redkirin. Walîtiyê biryara Wezareta Karên Hundir wek hincet nîşan da, got 21'ê Adarê pîroz bikin. Berdevka Komîteya Amedakar a Newrozê Hêlîn Ergen diyar kir ku ew ê îtiraz bikin û der barê mijarê de civînekê li dar bixin. Her wiha destnîşan kir ku bi biryar in di 19'ê mehê de Newrozê pîroz bikin û paşde gavê navêjin. 

QADA NEWROZÊ DORPÊÇ KIRIN

Li Kadîfekaleya Îzmîrê jî pîrozbahiya Newrozê li ser biryara qedexeyê ya walîtiyê hate astengkirin. Polîsan qada Newrozê dorpêç kirin destûra hatin û çûyînên taxê neda. HDP'iyên ku hatin qadê rastî astengiya polîsan hatin. Welatiyan li dijî astengiyê nerazîbûn nîşan dan.