Demîrtaş: Tespîtên Ocalan careke din piştrast bûn

Demîrtaş hewldana darbeyê şermezar kir û got, girîngiya bi têkoşîna demokrasiyê derketiye holê. Demîrtaş destnîşan kir, ku tespîtên Ocalan careke din piştrast bûye û xwest, tecrîd derhal bê rakirin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, der barê hewldana darbeyê de li avahiya HDP'ê ya Bajarê Amedê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Demîrtaş da xuyakirin, ku ji ber pirsgirêka sefera balafirê wî xwe negihandiye civîna li Meclîsê ya li Enqereyê û bibîr xist, ku ji duh ve di nava artêşê de tevgerekê destpê kiriye û hê nehatiye kontrolkirin.

'HELWESTA ME YA LI HEMBERÎ DARBEYÊ ZELAL E'

Demîrtaş da xuyakirin, ku weke partiyê helwesta wan a li hemberî darbe û darbekaran zelal e û diyar kir, ji kêliya destpêkê ya darbeyê û vir ve HDP li gorî pîvanên demokratîk tevgeriya ye û darbe bi zimanekî tund şermezar kiriye. Demîrtaş got, "Nabe darbe bê parastin. Darbe bi saya biryardariya hevpar bi ser neketiye. Darbe bi ti rengî feydê li feraseta demokratîk nake. Em di tevahiya dîroka xwe ya siyasî de li dijî zîhniyeta darbeyê derketine. Ev hewldana darbeyê di nava gel de û li qada siyasî bi cih nebûye. Girîng e ku hêza hewl daye darbeyê bike, fêm bike ku şaşîtiyeke çawa kiriye. Hewldana darbeyê ji kêliya destpêkê û pê ve hatiye pûçkirin."

'LI DIJÎ HÊZA DARBEYÊ, TEVGEREKE DIN A DARBEYÊ...'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin, ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, li welêt pêwîstiya bi demokrasiyeke xurt derketiye holê û got, "Ji dema ve hilbijartinê û vir ve, ev saleke darbeyeke sivîl heye û ev darbe hê ji holê nehatiey rakirin. Li dijî vê hêza darbeyê, niha hêzeke nû ya darbeyê ketiye nava tevgerê. Divê mejiyên nexweş ên rê li ber darbeyê vedikin bên dîtin û li dijî vê tevgereke hevpar were nîşandan. Du firsendên girîng derketine pêşiya Tirkiyeyê. Firsenda ku di 7'ê Hezîranê de derket holê, Tirkiyeyê nekarî baş bi kar bîne...Vê hewldana dabeyê careke din firsend daye Tirkiyeyê ku firsenda di 7'ê Hezîranê de ji dest berda, ji nû ve bikar bîne. Biryarên bên dayîn ji vê kêliyê û pê ve wê girîng bin. Ji bo karibe bê gotin, ku Tirkiye ji dibetî û gefên darbeyê rizgar bûye, hin gavên divê werin avêtin hene. Ev rewş wê bi daxuyaniyên Serokkomar û Serokwezîr zelal bibe."

'GIRÎNGIYA ENIYA DEMOKRASIYÊ DERKET HOLÊ'

Demîrtaş da zanîn, pêwîstî bi polîtîkayeke dawî li dijberiya hev bê anîn û destnîşan kir, divê polîtîkayên sîstema yek şexsî û zordar ferz dikin, bên terikandin û mesajeke hevpar a demokratîk bê dayîn. Demîrtaş diyar kir, hat dîtin ku blok û eniya demokrasiyê çiqasî girîng e û got, "Darbekar, ne ji bo anîna demokrasiyê, ji bo bidestxistina rêveberiya dewletê dest bi şer kirin. Pêwîstiya me bi hîn bêhtir têkoşîna demokrasiyê ye. Banga me li hêzên ji bo demokrasiyê têdikoşin e. Hîn bêhtir xwedî li demokrasiyê derkevin."

Demîrtaş ragihand, eger ew siberojeke ronî ava nekin, wê zîhniyeta DAIŞ'ê vê yekê ji xwe re weke firsendê bibîne û ji bo desthilatdariya xwe ava bike, gav bi gav bi pêş de biçe. 

PÊŞDÎTINA OCALAN PIŞTRAST BÛ

Demîrtaş der barê pirsa rojnamevanan a li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ev bersiv da:

"Hevalên me wê îro li parlamentê, di civîna bi beşdariya serokwezîr û wezîran de hevdîtinên pêşwîst bikin...Ev 17 sal in Birêz Ocalan di nava tecrîdê de tê ragirtin û tiştekî balkêş e; tevî vê tecrîdê jî ji her kesî zûtir rewşa Tirkiyeyê dixwîne, fêm dike. Yekane lîderê siyasî ey ku di nava wan şert û mercan de rewşa li herêmê, li Rojhilata Navîn zû fêm dike, ye. Bi salan e vê hişyariyê dike. Digot, 'Eger pêvajoya çareseriyê biqede, wê hêza darbeyê bixin dewrê. Wê hewl bidin li Tirkiyeyê darbeyê bikin. Pêvajoya çareseriyê li pêşiya vê asteng e.' Her kes dikare vê tespîtê di notên hevdîtinê de bixwîne. Bi salan ev got û hişyarî da. Ew kahîn nîne. Di heman demê de ew pisporê Rojhilata Navîn e û yekane kes e, ku bûyer û rewşa li Sûriyeyê rast tespît kir. Ji bo Tirkiyeyê jî yekane kesê ku rewş di cih re tespît kiriye. Ragirtina şexsiyetekî bi vî rengî di nava tecrîdê de, dervehiştina li siyasetê, zerarê dide tevahiya Tirkiyeyê."