Demîrtaş têkildarî destlênedanê hişyarî da: Pirsgirêk wê kûr bibe
Demîrtaş têkildarî fezlekeyên li hemberî wan de got, "Ev yek wê pirsgirêkê kûrtir bike."
Demîrtaş têkildarî fezlekeyên li hemberî wan de got, "Ev yek wê pirsgirêkê kûrtir bike."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, piştî daxuyaniya li ser pîrozbahiyên Newroza îsal, bersiv da pirsên rojnamevanan ên li ser mijarên di rojevê de ne.
Der barê pirsa li ser fezlekeyên li hemberî wan de, ku ji Meclîsê re hatine şandin Demîrtaş wiha axivî:
"Bi sedan fezlekeyên li hemberî me çûne ber destê parlamentê. AKP dixwaze van fezlekeyan derxîne pêş. Têkildarî AKP'ê de jî fezleke diçin Meclîsê, lê AKP dixwaz yên me derxîne pêş. Em tevî hemû wekîlên xwe endamê rêxistinekê ne. Ew rêxistin jî HDP ye. Eger em endamê rêxistineke din bûna, me yê ev bigota. Ti fikareke me ya şexsî nîne. Pêwîstiya me bi aştiyê heye. Ev rewşa AKP dike, derbê li lêgerîna li aştiyê dixe. Eger mafê destlênedanê yê 550 parlamenteran bê rakirin, weke HDP'ê em ê jî dengê 'erê' bidin. Lê belê dixwaze me bikin qurban û yên karên nelirê û rûreşî kirine nexin rojeva Meclîsê. Eger me bikin qurban, ev ê pirsgirêkê kûrtir bike. Bi girtîgehan re gefê li me dixwin. Em ne ew kesên ji girtîgehan ditirsin e. Zêdeyî nîvê mirovên koma me, nîvê emrê xwe di girtîgehan re derbas kirine. Girtîgeha mala me ya duyemîn e. Di nava civakên demokratîk de helwestên bi vî rengî li parlamentê, li Serokwezîr nayên. Em ji gefên girtîgehê natirsin. Hatîp Dîcle, Orhan Dogan, Leyla Zana bi salan li girtîgehê hatin ragirtin. Kesekî ji wan serî tewand? Çi bû; em bi 80 kesan hatin Parlamentê."
'BIRÊZ OCALAN EV SALEKE DI NAVA TECRÎDÊ DE YE'
Demîrtaş ji bo pirsa 'Ji Newrozê wê peyamek ji Îmraliyê were?' got, "10-11 roj ji Newroza li Amedê re ma. Li holê tiştek nîne. Ev saleke li Îmraliyê Birêz Ocalan di nava tecrîdê de ye. Di pêvajoyeke bi vî rengî de bendemayîna nameyekê ji wê derê, safbûyîn e. Lê eger ew bixwaze nameyekê bişîne û Wezareta Edaletê destûrê bide, em ê pê serbilind bin. Û wê bigihêje Newrozê. Lê di vê der barê de agahiyek negihaştiye me."