Demîrtaş: Gelê me li Cizîrê, Nisêbînê û Sûrê çawa li ber xwe da, em ê jî li ber xwe bidin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî nimêja înê daxuyaniyekî kurt da û wiha got: " Gelê me çawa li Cizîr, Nisêbîn û Sûrê li ber xwe da, li ser piyan e, em ê jî li ber xwe bidin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî nimêja înê daxuyaniyeke kurt da û wiha got: "Dibe ku dozgerê te hebe, lê gelê me heye. Gelê me çawa li Cizîr, Nisêbîn û Sûrê li ber xwe da, li ser piyan e, em ê jî li ber xwe bidin. Herî zêde jî ev ji wan re dibe derd. Hûn ê di zilma xwe de bifetisin. Em bi gelê xwe re bi biryar in. Ji bo pêşerojê, em dikarin li ser piyan bin, ew hêza me heye."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Semerparka Amedê, bi hezaran kesî re nimêja înê kir û piştî nimêjê li ser otobusê xîtabî gel kir. Demîrtaş di axaftina xwe ev xal anîn ziman: 

"Em di rojên dijwar re derbas dibin. Di dilê me de birînek heye. Ev 6 meh in mirin û rondikên çavan hene. Karesetên ku em dijîn normal nînin. Tişta ku normal e li dora maseyê rûniştin û axaftin e. Yên ku bi rê ve dibin, bila aştiyeke adilane bixwazin em jî qebûl bikin."

JI BER DAXWAZA BILE HER TIŞT Ê MIN BE MIROV DIMIRIN

Ji ber daxwaza bila hemû tişt ên min be mirov dimirin, tiştekî layiqê me nabînin. Desthilatdar jî xistine bin kontrola xwe. Dixwazin her tiştî bikin mulkê xwe. Zanîngeh, daraz, dewlet ê me ye wisa dibêjin. Ev Kurdên ku wekî we nafikirin wê çawa bin serdestiya we de wê bijîn. Bi tank û topan ve li bajar dixin. Piştre jî dibêjin, li wir hêzên çekdar hene. Hêzên çekdar hebin jî bi vî rengî nêzîkatî sûc e. 

EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN

Zaroktiya min li pişt kolana mizgefta Kûrşûnlûyê derbas bû. Niha ev kuçeyên Sûrê, cihên ku em mezin bûne serobino kirin. Davûtoglû dibêje ku ez her kevirê Sûrê ji Demîrtaş baştir nas dikim. Em li wir mezin bûn, lê dibêjin ez ji te baştir dizanim. Di esasê xwe de dibêjin ewder ê me ye. Nimêja Înê jî layiqî me nabînin. Heşa şerm nekin wê bibê Xwedê yê me ye. Wê bi vî ferasetê ve biçin ku nizanim. Lê divê rêya aştiyê bê vekirin. Heke teqez dibêjin şer em ê serê xwe netewînin. Bê guman berxwedana vî gelî wê azadiyê bîne. Ev feraseta Enqereyê wê aştiyê diyarî mi neke. Aştiyê ancax em ê bînin.

GER DOZGERÊ TE HEBE GELÊ ME HEYE

Xwezî yên welat bi rêve dibin, AKP ji xwedî bitirsiya. Xwezî ev qasî yên li Sûrê ji xwedê bitirsiyana. Ev qatlîam çênedibûn. Di feraseta me de cudatî xistina navbera mirovan tuneye. Ey Davûtoglû tu wekî serokwezîrekî ku êşkence li cenazeyan kir, derbasî dîrokê bûye. We cenaze li pey wesayîtan kaş kir, bedenên jinan li kolanan teşhîr kir. Ev hikûmet jî dewlet jî dibe ku ya te be. Dibe ku dozgerên te hebin, lê gelê me heye. 

WEKÎ CIZÎR Û SÛRÊ EM Ê JÎ LI BER XWE BIDIN

Bi êşkenceyên hûn dikin qey dibêjin em ê li hemberî serê xwe bitewînîn, xwe bavêjin lingên we. Hûn ê bi berxwedana me ve tune bibin. Hûn dikarin me bigirin. daliqînin, lê bila ev zarok bedelê nedin. Hesabekî te hebe bi mera me bibîne. Gelê me çawa li Cizîr, Nisêbîn û Sûrê li ber xwe da em ê jî li ber xwe bidin. Herî zêde jî ev ji wan re dibe derd. Em bi gelê xwe re bi biryar in. Em ji bo pêşeroja xwe di wî hêze de ne ku li ser piyan bimînin."

ERDOGAN TU KUJER Î

Bi hezaran welatî li Sûmerparkê ligel baranê nimêja Înê kir. Welatiyan li ber xaliyên raxistin nimêj kirin û ji bo yên li ber xwe didin dua kirin. Li dijî Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan hêrsekî mezin hebû. Nimêja Înê parlamenterê HDP'ê Nîmetullah Erdogmuş da kirin. Di nimêjê de jinan jî ref girtin. Di nava jinan de dayikên ku li Sûrê zarokên wan hatin qetilkirin jî hebûn. Dayikan dema ji bo yên li ber xwe didin dua dikirin rondikên çavan barandin. Dayikan bi gotina "Erdogan tu kujer î, te zarokên me qetil kir" li dijî Erdogan îsyan kirin.