Demîrtaş: Divê em Newrozê bi rengekî herî girseyî pêşwazî bikin

KCD, HDP, DBP û HDK'ê li ser Newroza li Amedê civîneke çapemeniyê pêk anîn. Di axaftinên li civînê de hat gotin "Newroz destpêka vekirina rêyeke nû ye" û banga tevlîbûneke xurt hat kirin.

Hevserokên KCD, HDP, DBP û HDK'ê, li ser Newroza îsal a bi şiyara "Bi berxwedanê re em ê bi ser bikevin" bê lidarxistin, li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Amedê civîneke çapemeniyê lidar xistin.

IRMAK: WÊ BIBE NEWROZA BERXWEDAN Û AZADIYÊ

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak di axaftina xwe ya li civînê de ragihand, ku Newroz a nirxê hemû gelan e, ji bo gelê Kurd tê wateya dijderketina li zilm û koledariyê. Irmak got, "Newroz bi aştî û azadiyê re tê naskirin. Zivistan diqede, bihar destpê dike. Bihareke xweş destpê dike. Em di pêvajoyeke zehmet, di zivistaneke zehmet re derbas bûne. Em hêvîdar in ku wê bi Newrozê re rojên xurt li benda me bin. Cejna berxwedanê ya Kurdistanê, Newroz e. Neworz li dijî zilm û koledariyê navê berxwedanê ye."

Irmak da zanîn, gelê Kurd li hemberî koledariyê jiyaneke wekhev dixwaze û ti carî serî li ber zextê netewandiye. Hevseroka KCD'ê got, "Em îsal di pêvajoyên gelekî zehmet re derbas bûn. Hêzên dewletê bi her awayî wehşet li Kurdistanê kirin. Cenazeyên me hatin şewitandin, bedenên jinan hatin teşhîrkirin. Gundên me, taxên me hatin xerakirin. Tevî van hemûyan jî gelê me ji berxwedanê neqeriya û cih û warên xwe neterikand. Ji aramî û aştiyê xwestir tiştekî din nîne. Bila mirovekî bi tenê jî zerarê nebîne. Em ji bo vê di nava hewldanan de ne. Em dixwazin navê vê Newrozê jî bibe Newroza berxwedan û azadiyê. Em ê li her bajarî Newroza xwe pîroz bikin. Di dilê me de birîn hene, lê belê bi berxwedan û coşeke mezin re em dikarin li hemberî zilmê bisekinin. Em ê bi van hestan Newrozê pêşwazî bikin, pîroz bikin."

BANGA JI BO CIZÎRÊ

Irmak da xuyakirin, ku Newroz wê li Amedê di 21'ê Adarê de were pîrozkirin û got, "Em dixwazin di 22'ê Adarê de jî her kes biherike Cizîrê. Em dixwazin coşa Amedê bigihînin Cizîrê. Em dixwazin li Cizîrê berxwedanê bi Newrozê re pêşwazî bkin. Em aştiyeke welê dixwazin ku li şûna herikîna xwînê, gul lê vebe."

DEMÎRTAŞ: DESTPÊKA VEKIRINA RÊYEKE NÛ

Demîrtaş jî bi pîrozkirina Newroza her kesên ji ruhê Newrozê bawer dikin, dest bi axaftina xwe kir.

Demîrtaş got, "Me Newroz, bi taybetî di salên 90'î de her sal bi zext û zilmê re pêşwazî kir. Ji sala 2000'î û vir ve jî me bi Newrozên girseyî yên bi destûr pêşwazî kirin. Ji sala 2013'an û vir ve di nava sê salên dawî de, nameyên Ocalan ên di Newrozê de hatin xwendin, ji bo bidawîbûna şer li Rojhilata Navîn, hêviyeke nû afirandibû. Me sê Newrozên dawî bi vê hêviyê pêşwazî kirin. Ji her devera cîhanê mirov herikîn Amedê û şahidî ji dîrokê re kirin. Lê mixabin ev pêvajo bi başî nehat nirxandin."

Demîrtaş got, "di demeke ku xwîn diherike û aştî xera bûye de em Newrozê pêşwazî dikin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Eger hikûmetê hemû gel, Kurd, Tirk qebûl bikira, di sala 2016'an de wê Newrozeke aştiyê bihat pîrozkirin. AKP'ê bi bidestxistina dewletê re berjewendiyên xwe ferz kir û welat ber bi rewşeke xitimandî ve dehf da. Newroz weke destpêka hêviyeke nû derdikeve pêşiya me. Em ê Newrozê di atmosfereke şînê de pêşwazî nekin. Mîna ku Dehaq li pêşberî Kawa têk çû, emê mîna zarokên Kawa pêşwazî bikin. Newroz destpêka vekirina rêyeke nû ye. Em bi şiyara 'Bi berxwedanê re em ê bi ser bikevin' Newrozê pêşwazî dikin. Ji bo pîrozbahiya li qadan me serlêdanên xwe kirine. Heta niha ti pirsgirêk derneketiye pêşiya me. Em li bendê ne ku Walîtî û hikûmet bi hesasî nêzî qadên pîrozbahiyan bibin."

'EM LI BENDA HER KESÎ NE'

Demîrtaş di dewama axaftina xwe de ev bang kir:

"Divê gelê me bi rengekî herî girseyî Newrozê pêşwazî bike. Bi rengekî herî bi coş pêşwazî bike. Mîna cejnê pêşwazî bike. Wê rojê li wê meydanê divê ne şîn, li şûna wê xeyalên me yên azadiyê berz bibin. Li dijî komkujiyên îsal li Cizîr û Silopiyayê hatin ferzkirin, em ê Newroza xwe 22 Adarê li Cziîrê pêk bînin. Pîrozbahiyên Newrozê wê di 17'ê Adarê de destpê bikin û di 22'ê Adarê de biqedin." Demîrtaş ji bo pîrozbahiya 22'ê Adarê ya li Cizîrê banga beşdariya bi sed hezaran kir û got, "Em Newrozê li tevahiya gelên xwe yên Kurd, Ereb, Fars û Tirk pîroz dikin."